المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera 4emîn li ser şehadeta her sê pêşmergeyên leşkerê roj

0 79

Roja Înê “14” ê tebaxa “2020 ” an, Salvegera çaremîn li ser şehîdbûna her sê pêşmergeyên qehreman, ku di roja “14/8/2016 “an, di encama şerê dijwar di navbera hêzên pêşmerge û rêxistina terorîst ya Daîşê, li herêma Kurdistanê, canê xwe ji dest dan û kirine qurban ji bo parastina sînorê xaka Kurdistanê, li devera Giwêr û Xazir, li Herêma Kurdistanê.

 

Û herwiha navê wan pakrewanan ev in :

_Pakrewan : Hebîb Qedrî Mihemed .

_Pile : Pêşmerge

_Jidayîkbûn :Qamişlo

_Cihê şehîdbûnê : Xazir 14/8/2016

 

_Pakrewan : Ibrahim Ferho 

_Pile : Pêşmerge

_Cihê şehîdbûnê : Xazir 14 /8/2016

 

_Pakrewan : Kamîran Hisên Salih

_Cihê şehîdbûnê :Xazir 16/8/2016

 

Û herwiha hêjaya were gotin ku Hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûrîyeyê yên leşkerê roj xwedan hêzeke bi qiwet e bi qehremaniya xwe roleke ber çev li milê pêşmergeyên herêmê re di çengê de beşdar bûn di şerê rûbirûbûna rêxistinên terorîst li herêma Kurdistanê,

 

Û herwiha leşkerê roj ji dema demazirandina wê ta niha bi dihan şehîd û birîndar kirine qurban ji bo parastin û berevaniyê di ber xaka Kurdistanê de, û herwiha pêşmergeyên Kurdistana sûriyê her çavê wan li rêkeftinekê ye de ku vegerên KurdistanaSûriya  û parastina milet û sînorê xwe ji dijminan biparêzin..

 

Û herwiha tê zanîn ku Şehîdê Pêşmerge “Hebîb Qedrî ” ji dayîkbûna bajarê Qamişlo ye , di nava refên pêşmerge leşkerê roj de Cihê xwe digirt, û di “14/8/2014 ” şehîd ket û li goristana “Qidûrbek” ya li bajarê Qamişlo bi axê hat spartin .

 

Û şehîd “Ibrahim Ferho ” ji dayîkbûna Bajarê Qamişlo, û di “14/8/2016” şehîd bû û li goristana Şaxikê li Dihokê bi axê hate spartin..

 

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.