المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Amarên dawî ji Koronayê li Sûriyayê û herêmên Kurdî de

0 77

Rojane hejmara pêketiyan bi nexweşiya koronayê li Sûriya ber zêde bûnê ve diçe, û herwiha wezareta saxlemiyê ya sûriya eşkere kir hejmara tûşîbûyên nû bi koronayê di 24 demjimêrên derbasbûyî de “75” kesan , ji wan “10”, başbûne .

 

Û herwiha di vê derbarê de hejmara pêketiyan nû bi koronayê li navçeyên Sûrîyeyê ev in :

-17 li Helebê

– 16 Latiqiyê

-16 li şamê û gundwarê wê

– 10 li Swêdayê

-7 li Tartûsê

– 2 li Derayê .

 

Û herwiha li gorî hatî ragihand amar û pêşhetayên dawî yên tûşîbûyan navçeyên di bin desthilata sûriya de li gihiştiya “1402” kes in, ji wan “395” kes, û “53” ji sedema vê nexweşiyê Jiyana xwe ji dest dana.

 

 

Û herwiha ji aliyekî din ve li navçeyên herêmên kurdî de ji bo rawestandina zêde bûna belavbûna Veyrûsa koronayê ev demeke qedexeya hat û cûnê hatiye ragihandina ji bo dema” 15 “rojan bi mebesta xweparastinê ji belavbûna koronayê .

 

Û herwiha di vê derbarê de hejmara tûşîbûyan li Kurdistana sûriyê hatîye tomarkirin îro” 13″ ê Tabaxê, ku gihîştiye “27” kesan, ji wan “1”  Jiyana xwe ji dest de .

 

Û bi vî awayî hejmara dawiya amaran gihiştiye “171” û herwiha ji wan” 10″ başbûne û “8” kes canê xwe ji dest dana.

 

Û herwiha ji rexekî din ve li Herêma Kurdistanê heta niha bi giştî “19” hezar û 335 kes bi koronayê ketine û “699” kesên din jî jiyana xwe ji dest dana.

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.