المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PARÊZER AHMED RUSTIM Û DERXISTINA BIRAYARA DESTDANÎNA LI SER MAL Û MILKÊN KESÊN NEDIYAR( NEHAZIR) JI ALIYÊ RÊVEBERIYA XWESER YA BI SER PYDÊ VE.

0 129

 

Wekî tê zanîn em di qonaxek hestiyar de, dijîn li herêma Kurdistana Sûriya, ya ku çavên gelê Kurd li tevgera wan ya siyasî ye ji bo yek helwesta Kurdî li Kurdistana Sûriya bi taybet danûsitendinên yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê.

Lê rêveberiya xweser ya bi ser PYDê ve, berdewam e bi biryarên xerab dijî xelkên herêmê bi taybet biryara herî dawî ya ku maf didin xwe ji bo destdanînê li ser mal û milkê xelkên herêma Kurdistana Sûriyeyê yên nehazir û di derbarê wê de xelkên herêmê bi giştî ne razîbûna xwe dan nasîn dan ji vê biryarê û daxwaz dikin vegerandina vê biryarê.

Di derbarê vê yekê de, li gorî zagonê, Parêzer Ahmed Rustim ji malpera me ya ENKSê re ragihandi û anî ziman:” Di baweriya min de, em di qonaxeke hestiyar de derbas dibin, ne di nîrên ku ji me re bihêle bi derxistina wekî vê zagonê, û tevgera Kurdî dixebite li ser yekrêziya Kurdî piştî pêşxiriya fermandarê HSDê Mezlûm Ebdê û bi çavdêriya Emrîkayê û bi piştgirtiya herêma Kurdistana başûr, ji bo bihna gelê Kurd were ber wan û kêfxweş û piştrast bibin li ser siberoja xwe li herêmê”.

Her wiha mamoste Ahmed Rustim axaftina xwe berdewam kir û got:” Lê piştî dagîrkirina herêmên Kurdî ji aliyê Tirkiya ve û komên Çekdar yên bi ser wê ve û guhertina demografî li herêmê, Komên Çekdar yên dagîrker şewqa kesk didin wan bi derxistina wekî van zagonan di derbarê mafê mal û milkê xelkên ku koçber û penaber bûne ji herêmên Kurdî yên hatin dagîrkirin”.

Her wiha Rustim di derbarê zagona(7) anî ziman û got:”-Yekem: Zagona (7) ne zagonî ye, ji ber ku hatiye derxistin ji aliyê kesin ne têgihiştî ne ji aliyê zagonî û rewayê.
-Duyem: Divê ku ev zagon li ser hatibe dengdan ji aliyê endamên encûmena gel yên hatine hilbijartin, piştî pêşinyara wê ji aliyê kesên pêwendîdar, di wê demê de, wê bibe zagonek cîbicîkar piştî bawerîkirin û mohrkirina wê jî aliyê serokê komarê û belavkirina wê di rojnameya fermî de, û li hemû balyozxaneyan û welatên cîhanê bê belavkirin, û ev ya ku rêveberiya xweser ji jêdera vê zagonê gelekî kêmas û jar e”.

Her wiha mamoste Ahmed Rustim anî ziman û got: “Di benda yekê (1) de :Nediyar e ew kesê ku li cem xizmên xwe û welatê xwe bê, vîna xwe xuyanabe û cihê wî ne diyare wek Dîlên şer û ev nayê ektîvkirin li ser koçberên ku bi xwerû vîna xwe ji welat derketine ji ber nîrên zahmet, û li vê derê birêkar (ajans) ji bo rêvebirina karê kesê nediyar wê hevpeywendî bi wî bibe û danipêdankirî li cem hemû welatên cîhanê.
Lê be nirxê ku di zagonê de, hatine diyarkirin: Ew jî dijberî hemû zagonên melbend û rewayê esmanî ne, ji ber ku be nirx tê destnîşankirin li ser pêyî biryara dadgeha rewayî piştî pêşkêşkirina hemû belegeyan û berçavkirina ku kesê ne xuya (nediyar) dîlê şer yan dîn e û tiştekî li ser wî nizanin û kesekî wî tine ji bo nûnertiya wî bike ji piransîp an ji şaxan.

Lê di bendê(3)an de, hemû kesên ku ji welat derketine ji salekê û bêtir ve, mebesta wan ji bo destûra manê û berdewamkirina ji dervayî Sûriya ev tê wateya ku bi rengê zagonî tê ektîvkirin li ser hemû pêkhatiyan yên ji Sûriya derketine, ji bilî pêkhatiya( Siryan) li pêyî bendê (19) bi bahaneya ku yê wan komîtek taybet heye û ev komîta Siryaniya li ser mal û milkên wan nayê ektîvkirin, bes li ser Tiqûsê rewaya olî mîna Zewac û berdan jinê tê ektîvkirin, lê hemû Xelk di derbarê danûsitendin û milkên xwe de, milkeçkirinî zepkirinê zagona sivîl dibin.

Û ev awarteyên ku rêveberiya xweser li ser karkir di zagona lêşgeriya neçar de û zewaca nekamil û kesê ku zewiciye du jinan, lê bes ev zagonan li ser pêkhatiyê kurd tenê tê ektîvkirin, wekî pêkhateyê Ereb jidayikbûna 1992 dihat efûkirin ji lêşgeriya neçar, lê pêkhatiyê kurd jidayikbûna 1998 dihat efûkirin ev jî ta zagona lêşgerî derket”.

Her wiha Rustim anî ziman û got:”Bi kurtasî hemû bendê di zagona ku nayê pejirandin bi hemû rengên xwe, şirovekirinek dirêj jê re divê.

Lê bi rastî ev zagon ne kîmî zagona Sûriya ye ya jimar(190) sala 1953 ya ku têde tekes dike bi qedexekirina firotina xanûberên di herêmên sînorê de, ji Sûriya ta piştî ku destûr û erêkirina ewle bistîne we jî ji sînor ta kûreya 20km ber bi hindir ve, lê ji xeynî parêzgeha Hesekê ji mercê dûrahiyê ji ber ku bes li ser pêkhatiyê kurd tenê dihat ektîvkirin.

Her wiha Piştî wê fermandariya (mersûm) 49 sala 2008an di dema Beşar Esed de wekî wê derket.
Lê zagonên berê pir ji van zagonan çêtirbûn ji bo welatiyan di derbarê xanûberan de, ji ber ku biryara dadweriyê bi dest wan diket ji dadgeha taybetmendî û amaje di hati danîn bi daxwaza wî li ser rûpela xanûbera wî, Lê bêyî ku buruntî ango qoçan bi destkeve.

Di hemû rewşan de, lê belê ji zordarî û tepeseriya rêjîmê ya ku piyadekir û bi kartanî, lê destdanetanî li ser mal û xanûberên kesê nediyr,nehazir û wî kincjixwekirina ji mafên kesayetî ne dikirin.
Di baweriya min de, yên ku wek van zagonan derdixin û kêmasî di pêdîvî û pêwistiyê jiyanê de be li ser gel yê rojane wekî êlêtrîk, av û nan…..wiha ji bo gelê kurd pê mejûl bibe û tiştê bûye li Serê Kaniyê, Girê Sipî û Efrîn neyê ser bala wan û ev ya ku dikeve dijwatiya yekrêziya Kurdî û siberoja wî di herêmê de.

Her wiha mamoste Ahmed Rustim di dawiya axaftina xwe de anî ziman û got: “Ez bi hêvî me ku tiçarî wek van zagonan dernekevin holê , ji ber ku tiştê hatiye ser gel Kurd ne hindike.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.