المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SALVEGERA “42YEMIN” LI SER KOÇA DAWÎ YA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ JI ALIYÊ ENCÛMENA XWECIHÎ YA BAJARÊ DIRBÊSIYÊ Û GUNDEWARÊN WÊ HAT VEJANDIN.

0 98

Her Sal di 1ê avdarê de,gelê Kurd li seranserî Cîhanê bîranîna koça dawî ya bavê neteweya Kurd Mela Mistefa Barzanî vedijînin.

Îro di roja duşemê 1.3.2021ê de,bîranîna salvegera 42 yemin li ser koçkirina dawî ya Barzaniyê nemir hat vejandin, Ji aliyê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê,ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve, li hola Zana ya bi ser bajarê Dirbêsiyê ve.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr,
herwiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û kesayetên civaknasî û olî , herwiha bi beşdarbûna rêxistinên jinan û ciwanan û xwendekaran jî.
Herwiha bi beşdarbûna xelkên herêma bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê.

Di destpêkê de,mamoste Nîzamedîn Elîko bi navê encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê ya bi ser ENKSê ve, bixêrhatina mêvanên  beşdar kir.

Piştre xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan bi sirûda neteweyî Ey Reqîb.

Herwiha pirogiramê helkeftê ji mamoste Nîzamedîn Elîko û mamosta Leyla El-mela hat pêşkêş kirin.

Piştre hin axaftin hatin xwendin di derbarê vê bîranînê de.

gotina ENKSê ji aliyê mamoste Eşref Elmele serokê xwecihiya Dirbêsiyê hat xwendin.

gotina ENKSê di derbarê kurtejiyana Bavê neteweya kurd de bû ,  Barzaniyê namir û di derbarê kar û xebata ENKSê de bû ya xwediya piroja neteweyî ya Kurdî.

Herwiha gotina PDKSê ji aliyê mamoste Ebdulkerîm Mihemed  hat xwendin.

Û gotina wî di derbarê nirxandina kar û xebata bavê neteweya kurdî de bû Barzaniyê nemir.

Herwiha helbestvan Ibrahîm Berces helbestek li ser Barzaniyê nemir pêşkêş kir.
Herwiha helbestvanê kurd Evdalê Amûdê bavê Tarî jî helbestek pêşkêş kir.

Herwiha birêz Ednan Ibrahîm jî helbestek pêşkêş kir.

keçek bi navê Zahra Selah Sîdo wêneyê bavê neteweya Kurd Barzaniyê nemir diyarî PDKSê kir.

Herwiha keçek bi navê Nisrîn Ebdela jî helbestek diyarkir di derbarê helkeftê de.

– raportek di derbarê kurtejiyana bavê neteweya kurdî de,Barzaniyê nemir hatibû amedekirin ji aliyê nûçegehanê giştî yê malpera ENKSê yê beşê Kurdî mamoste Elî Fetah û ew raport jî hat xwendin ji aliyê keçek xwendekar bi navê Sîlva Elî Fetah.

Herwiha di dawî de, mamoste Idrîs Şêx Xelef cîgirê serokê xwecihiyê helbestek pêşkêş kir.
Û pîştre bi navê xwecihiyê spasiya hemû mêvanên beşdar kir û spasiya malbata Hec Şirîf kir û bi taybet ji Hemîdê Hec Şirîf bavê Yasir xwediyên hola Zana li ser terxankirina vê holê bi rengekî xizmetkarî ji bo vejandina vê roja bi nirx.

Herwiha cîgerê serokê xwecihiyê spasiya malbata birêz Hesenê Hec Xelef ji malbata Dirbas jî kir li ser pêşkêş kirina wan ji pêdiviyên mêvanan.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.