المجلس الوطني الكوردي في سوريا

42 YEMIN” LI SER KOÇA DAWÎ YA BAVÊ NETEWEYA KURD “MELA MISTEFA BARZANΔ JI ALIYÊ ENCÛMENA XWECIHÎ YA BAJAROKÊ TIL TEMIR HAT VEJANDIN..

0 66

Di roja duşemê 1.3.2021ê de,bîranîna salvegera 42yemin li ser koça dawî ya Barzaniyê nemir hat vejandin Ji aliyê encûmena xwecihî ya bajarokê Til Temir .

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr,
herwiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û kesayetên civaknasî û olî herwiha bi beşdarbûna rêxistinên jinan û ciwanan û xwendekaran jî.
Herwiha bi beşdarbûna xelkên herêma bajarokê Til Temir û gundewarên wê.

Di destpêkê de, xulekek  bêdeng li ser giyanê Barzaniyê Nemir û giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan rawestiyan bi sirûda neteweyî Ey Reqîb.

Piştre hin axaftin hatin xwendin di derbarê boneyê de.

Herwiha gotina ENKSê ji aliyê mamoste Qsim Xelîl serokê xwecihiya Til Temir hat xwendin.

gotina ENKSê di derbarê kurtejiyana Bavê neteweya kurd de bû ,

û di derbarê kar û xebata ENKSê de bû ya xwediya piroja neteweya Kurdî.

Herwiha gotina PDKSê ji aliyê mamoste Elî Mihemed Hisên hat xwendin.

Û gotina wî di derbarê nirxandina kar û xebata bavê neteweya kurdî de bû Barzaniyê nemir.

Herwiha di dawî de,hin helbest jî hatin pêşkêş kirin ji aliyê hin hunermendan wek hunermend Sebrî Mihemed,Amir Elî û Rosîm Haco.

 

wek tê zanîn,her Sal di 1 ê avdarê de,gelê Kurd li seranserî Cîhanê bîranîna koça dawî ya bavê neteweya Kurd Mela Mistefa Barzanî vedijînin.


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.