المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENKS LI QAMIŞLO BARZANÎ BI BÎR ANÎ DI HELKEFTA BÎRANÎNA 42 YEMÎN SER KOÇA DAWÎ..

0 66

Bi vexwendina ji Encûmena Niştîmanî Kurdî li Sûriya ,  îro roja dûşemê “1” Adara “2021”an, demjimêr” 3″piştî nîvro , encûmenên xwecihî li Qamişlo salvegera “42” yemîn, li ser koçbarkirina Bavê giyanî yê gelê kurd “Mela Mistefa Barzanî “,vejand .

Û ev yek bi amadebûna hejmarek mezin ji milet û bi hazirbûna nûnerên partiyên siyasî û encûmena Niştîmanî û herwiha rêxistinên sivîl.

Û Di destpêkê de xulekek bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

Û piştre gotina Encûmena Niştîmanî kurdî li sûriya ji aliyê M,”Mihemed Sedîq” serokê encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo ve hate xwendin û têde li ser dîrok û xebata Barzaniyê nemir anî ziman û axifî .

Û herwiha gotina Partiya Demuqrata Kurdistan- Sûriya, ji aliyê M,(Hesen Remzî) ve endamê komîta navendî hate pêşkêş kirin….

Û herwiha M,”Ebd- Elsemed” gotina Yekîtiya nivîskarên Kurdistana sûriyê got.

Û herwiha di dawiyê de çend stran û helbest hatin pêşkêşkirin.

Û herwiha di derbarî vê bîranînê de M,”Xalid Elî”, endamê komîta Şaxî ya rojhilatî Qamişlo ji malpera ENKS ê re got :

“Her sal weku îro 1 Adarê salvegera koçbarkirina Bavê Neteweya miletê kurd li bîra xwe tînin ,   ji bo Barzaniyê nemir herdem zindî ye di dilê me de bi netewa xwe û bi dîroka xwe cihê serbilindî û şanaziyê ye di gel kurda li her çar parçeyê kurdistanê” .

Û herwiha gotina xwe berdewam kir  û got :

” Mela Mistefa Barzanî bi têkoşîn û qehremaniya xwe bû xwedan dîrokeke dewlemend derbarî beşdarbûna wî di şoreşan de li gel pêşmergeyên qehreman ,  ku xaka kurdistanê û mafê milê kurd parastin” .

Û herwisa hêja ye were gotin ku di “1” ê Adara sala “1979”an, Mela Mustefa Barzanî li Amerîka ji ber nexweşiyê koça dawî kir, û li bajarê ” Şino” yê Rojhilatî Kurdistanê bi axê hat spartin.

Û piştî reparîna Adara sala “1991”an, termê Barzaniyê nemir û kurê wî Idrîs Barzanî ji Rojhilatî Kurdistanê bo herêma kurdistanê cihê jidayîbûna Barzanî hatin veguhastin û li navçeya Barzan bi xakê hatin spartin li sala 1993an .

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.