المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SALVEGERA “42YEMIN” LI SER KOÇA DAWÎ YA BAVÊ NETEWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ JI ALIYÊ ENCÛMENA XWECIHÎ YA BAJARÊ AMÛDÊ HAT VEJANDIN.

0 93

Her Sal di 1ê avdarê de,gelê Kurd li seranserî Cîhanê bîranîna koçkirina dawî ya bavê neteweya Kurd Mela Mistefa Barzanî vedijînin.

Di roja duşemê 1.3.2021ê de,bîranîna salvegera 42yemin li ser koça dawî ya Barzaniyê nemir hat vejandin ,

Ji aliyê xwecihiya bajarê Amûdê, ya bi ser ENKSê ve, li hewşa xaniyê serokê xwecihiyê birêz Mihemed Omer Şêxmûs.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr,
herwiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û kesayetên civaknasî û olî herwiha bi beşdarbûna rêxistinên jinan û ciwanan û xwendekaran jî.
Û koma filiklorî ya xwecihiyê jî beşdar bû ji bilî hejmarek ji xelkên herêma bajarê Amûdê û gundewarê wê.

Di destpêkê de, xulekek bêdeng li ser giyanê Barzaniyê nemir û ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistan rawestiyan li gel  sirûda neteweyî  Ey Reqîb.

Herwiha mamosta Mala Esmer bixêrhatina hemû mêvanên beşdar kir.

Piştre hin axaftin hatin xwendin di derbarê helkeftê de.

Herwiha gotina ENKSê ji aliyê mamoste Mihemed Omer Şêxmûs serokê xwecihiya Amûdê hat xwendin.

gotina ENKSê di derbarê kurtejiyana Barzaniyê nemir bû ku karekî mezin kir ji bo mafê gelê kurd bi dest bixe .

Herwiha gotina PDKSê ji aliyê mamoste Behrem Mihemed Emîn hat xwendin.

Û gotina wî di derbarê nirxandina kar û xebata bavê neteweya kurdî de bû Barzaniyê nemir.

Herwiha hin helbest jî hatin pêşkêş kirin li ser Barzaniyê nemir ji aliyê helbestvanên Kurd yên bajarê Amûdê.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.