المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA PAKREWAN CIWAN ELQUTNA CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DARXIST…

0 73

di roja sêşemê 2.3.2021ê de,encûmena xwecihî ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê ya bi ser ENKSê ve,civîna xwe ya asayî li darxist.

Di destpêkê de xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan .

Herwiha Serokê xwecihiyê mamoste Eşref Elmela rawestiya li ser rewşa rêxistinî.

di derbarê rewşa rêxistinî de  , rapora hatî ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin û hemû endam hatin agahdarkirin bi biryarên nû yên hatibûn derandin ji aliyê Emendariya giştî ya ENKSê ve.

Û civat bi awayekî berfire li ser rewşa rêxistinî gengeşekir,di derbarê pêşketina xwecihiyê de û bicihênana wê di nava cemaweran de.

her wiha li ser rewşa roja bûrî ku di 1 Adarê bîranîna sala 42 yemîn  ser koça dawî ya Barzaniyê nemir ku hatibû vejandin  , ew hat nerxandin  bi awayekî Zelalmendî û li başî û kêmasiyan hat rawestandin ku li hola Zana bi awayekî erênî û serkeftî hat nirxandin.

Her wiha li ser Pabendbûn û beşdarbûna civatan , Bi taybet beşdarbûn ji bo bûyeran.

Herwiha civat rawestiya li ser vejandina hemû helkeftên heyva avdarê yên bê wek vejandina Roja jinê ya cîhanê di 8ê avdarê de.

Û hemû helkeftên dî jî her yek li gorî taybetmendiya wê.

Herwiha xwecihî rawestiya li ser hemû bûyerên herî dawî yên siyasî û bi taybet li ser rewşa kurdî -kurdî di derbarê têgihiştinên herî dawî ji danûsitendinên Kurdî di navbera ENKSê û PYNKê de.

Herwiha hemû mijarên hatin şirovekirin,ji aliyê beşdarbûyan hat gengeşekirin

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.