المجلس الوطني الكوردي في سوريا

BI VÎNEK XURT XWECIHIYA EBÛ RASÊN “42YEMIN” LI SER KOÇA DAWÎ YA BAVÊ NETEWEYA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ VEJANDIN.

0 102

Bi vînek xurt di roja duşemê 1.3.2021ê de,bîranîna salvegera 42yemin li ser koça dawî ya Barzaniyê nemir hat vejandin Ji aliyê encûmena xwecihî ya bajarokê Ebû Rasên ya bi ser ENKSê ve li gundê Nofeliya Kosekan.

herwiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û kesayetên civaknasî û olî herwiha bi beşdarbûna rêxistinên jinan û ciwanan û xwendekaran jî.
Herwiha bi beşdarbûna xelkên herêma bajarokê Ebû Rasên û gundewarên wê.

Di destpêkê de, xulekek bêdeng li ser giyanê Barzaniyê nemir û li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistan  rawestiyan bi sirûda neteweyî Ey Reqîb.

Piştre hin axaftin hatin xwendin di derbarê helkeftê de.

Herwiha gotina ENKSê ji aliyê birêz Mihemed Şêx Beşîr serokê xwecihiya bajarokê Ebû Rasên hat xwendin.

gotina ENKSê di destpêkê de bixêrhatina hemû mêvanên beşdar kir

û herwiha gotin li ser kurtejiyana Bavê netewayî  Barzaniyê nemir û di derbarê kar û xebata ENKSê de bû ya xwediya piroja netewayî ya Kurdî.

Herwiha gotina PDKSê ji aliyê mamoste Mehmûd Isma’îl ve, hat xwendin.

Û gotina wî di derbarê nirxandina kar û xebata bavê netewayî  de bû .

Herwiha mamoste Ebdulkerîm Mihemed jî axaftinek kir di derbarê kurtejiyana bavê netewayî Barzaniyê nemir û li ser rewşa siyasî jî axivî.

Herwiha helbestek li ser Barzaniyê nemir hat pêşkêş kirin ji aliyê Mela Ibrahim.

Herwiha hin helbestên dî jî hatin pêşkêş kirin.

wek tê zanîn,her Sal di 1ê avdarê de,gelê Kurd li seranserî Cîhanê bîranîna koça dawî ya bavê neteweya Kurd Mela Mistefa Barzanî vedijînin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.