المجلس الوطني الكوردي في سوريا

RÊXISTIN Û PARTIYÊN KURDISTANÎ YÊN DERVEYÎ WELAT ALA KURDÎ LI HEMÛ GELÊ KURD PÎROZ DIKIN.

0 90

RÊXISTIN Û PARTIYÊN KURDISTANÎ YÊN DERVEYÎ WELAT ALA KURDÎ LI HEMÛ GELÊ KURD PÎROZ DIKIN.

 

Di derbarê vê yekê de, mamoste Mihemed Emîn Umer nûnerê Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûrî di nûnertiya ENKSê ya Ewropayê de, ji malpera me ya ENKSê re bi riya telefonê ragihand û anî ziman:

“Em wek partî û rêxistinên Kurdistanî yên li derveyî welat, bi hestek netewî ya bilind û dilên germ, di vê roja dîrokî ya roja Ala Kurdî de, gelê xwe yê Kurd pîroz dikin.

Ji ber ku hemû welat û gelên cîhanê sembol û nîşaneyên netewî hene, ji ber vê yekê Ala rengîn a Kurdî sembola gelê me yê Kurd e”.

Herwiha Umer got:

“Wek tê zanîn di 17’ê Berfanbara 1945’an de komek xortên Kurd û pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê li ser avahiya Dadgeha Mehabadê Ala Kurdî bilind kirin.

Di sala 1999an de Parlamentoya Herêma Kurdistanê roja 17ê Berfanbarê, wek Roja Ala Kurdî ragihand.

Û bi rastî, Ala Kurdî ya îro hatiye naskirin, heman Ala ye ku di sala 1920 de ji aliyê Komela Civakî ya Kurd ve hatiye pejirandin.

 

Û ev Ala Kurdî di sala 1927an de ji aliyê rêxistina Xoybûnê ve li ser çiyayê Agrî li bakurê Kurdistanê hatiye bilindkirin û wêneyê Ala Kurdî di sala 1932an de di Rojnameya Hawarê ya hejmar 11 (10ê Çiriya Pêşîn 1932) bi reng hatiye weşandin”

Herwiha Umer got jî:

“Hikûmeta Komara Kurdistanê di sala 1945an de Ala Kurdistanê qebûl kir, ya ku di sala 1920an de ji aliyê Komela Civakî ya Kurd ve, hatibû destnîşan kirin, lê hikûmetê du guhên genim û li pişt wê çiya û darek hinar lê zêde kirin û li ser nivîsand. Navê Komara Kurdistanê ye û wek Ala Komara Kurdistanê hatiye destnîşan kirin û berî rûxandina Komara Kurdistanê jî Serok Qazî Mihemed Ala Komara Kurdistanê radestî nemir Mela Mistefa Barzanî kir û got:Ala Kurdistanê biparêze! ez bi hêvî me bila ev Ala nekeve erdê”

Herwiha Umer got jî

“Ala Kurdî weke nirx û semboleke netewî zêdetirî 101 sal in ku hatiye qebûlkirin.

Û ev roj roja ku Ala Kurdî bi hestên welatparêzî hatiye bilindkirin.

Û divê ev Ala ji bo hemû gelê kurd li cîhanê wek Ala Kurdistaniyan bê qebûlkirin.

 

Û partî û rêxistinên Kurdistanî yên li derveyî welat ku me bi hevre Ala Kurdî li hemû gelê kurd li seranserî Cîhanê pîrozbahî kirine ev in.

Partiya Demokrat a Kurdistanê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSK Partiya Azadiya Kurdistanê PAK Partiya Demokrat a Kurdistanê – Îran Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Partiya Demokrat a Kurdistanî (Rohlat)

Partiya Sosyalîst a Kurdistanî (Rohlat)

Partiya Demokrat a Kurdistanî – Sûrî.

Partiya Demokrat a Kurd Partî li Sûriyê (El-Partî)

Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriyê Partiya Yekîtî ya Kurdistanî – Sûriyê

Şepêla Pêşeroja Kurdistan Sûriya.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.