المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SALEK LI SER KOÇA DAWÎ YA TÊKOŞER EBDULXEFÛR BERZENCÎ “BAVÊ ŞEPAL” RE DERBAS DIBE.

0 77

Îro roja Sêşemê 26.4.2022an, salek li ser koça dawî ya têkoşer û endamê komîta navendî ya partiya Yekîtî rêxistina Herêma Kurdistan Ebdulxefûr Berzencî (Bavê Şepal) re derbas dibe.

Wek tê zanîn, di roja duşemê 26.4.2021’ê de,têkoşer endamê komîta navendî ya partiya Yekîtî rêxistina Herêma Kurdistan Ebdulxefûr Berzencî (Bavê Şepal) li Herêma Kurdistanê çûbû ber dilovaniya XWEDÊ.

Têkoşer Ebdulxefûr Berzencî,li bajarê Qamişlo li gundê Cimayê di sala 1956 an de, jidayikbûye.

Wek tê zanîn têkoşer Ebdulxefûr Berzencî,kesayetek kurdperwer, civaknasî,wefadar, rastgo û xwedî rol û bandor bû li herêmê dihat naskirin.

Herwiha têkoşer bavê Şepal di destpêka jiyana xwe de, di serdema bûrî de,di qonaxên dijwar û zahmet de, tevlî tevgera kurdî bibû,xwe û malbata xwe xistibû bin xizmeta dosaya gelê kurd ji bo parastina mafê gelê kurd.

Herwiha bavê Şepal,beşdarbûna wî di gelek boneyan û ahingên netewî de,di aliyê hunerî de,balkêş bû û bi taybet di vejandina helkeftên cejna Newrozê de.

Herwiha têkoşer bavê Şepal, demek dirêj berpirsiyariya rêxistina herêma Kurdistanê kir ya partiy (Yekîtî)

Hêjaye gotinê ku,mîna têkoşer Ebdulxefûr Berzencî,kar û xebata wî bi awayekî lehingan di dîroka Kurdî de, bê nirxandin .

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.