المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ PÊŞWAZIYA PARÊZER AHMED RUSTIM KIR. 

0 107

Di roja Duşemê 25.4.2022’an de, Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li baregeha xwe ya li Hewlêrê pêşwaziya Parêzer Ahmed Rustim û Dr.Rustim Rustim kir.

Herwiha Parêzer Ahmed Rustim û Dr.Rustim Rustim ji aliyê Dr.Kawa Azîzî serokê nûnertiyê û hin ji endamên nûnertiyê hatin pêşwazîkirin.

Di vê serdanê de, Her du alî behsa rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û rewşa Kurdî bi taybetî û pêşhatên dawî yên li navçeyê kirin.

Wek tê zanîn ku Parêzer Ahmed Rustim ji Kurdistana Sûrî ji bajarê Dirbêsiyê ye û anha li Almaniya ye.

Û ji malbatek welatparêz e û endamê berê yê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve bû.

Herwiha Parêzer Ahmed Rustim, birayê pakrewan Ednan Rustim e, Û kurmamê pakrewan Ciwan Elqutna û Pakrewan Mişel Temo ye jî, pakrewanên şoreşa rûmet û azadiyê yên Sûrî ne.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.