المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER ENKSÊ VE.

0 81

Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwe di roja pêncşemê 28.4.2022an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Di destpêkê de,xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî û gotûbêjkirina raportên komîteyên encumenê hat kirin û tekez li ser wê yekê hat kirin ku biryarên encûmenê pabend in û tekezî li ser karê tîmî hat kirin ji bo pêşxistina mîkanîzma karê encumenê û aktîvkirina wê di nava girseyan de.

Li aliyê din di civînê de, rewşa siyasî ya navdewletî û herêmî, şerê Rûsya û Ukrayna û bandorên wê li ser cîhanê bi giştî û navçeyê bi taybetî hatin gotûbêjkirin.

Herwiha xwecihiyê bi dirêjahî behsa kiryarên dezgehên ewlekarî û çekdarên ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve kirin, derbarê kiryarên tirsandinê û êrîşên berdewam li ser baregehên Encûmena Niştimanî û partiyên wê, di nav de şewitandin û wêrankirina naveroka wan, û şewitandina pîrozan. Ala Kurdistanê ku ji aliyê endamên Encûmenê ve bi tundî hat şermezarkirin.

Herwiha tekezî li ser berdewamiya kar û eşkerekirina van kiryarên tirsnak kirin û berpirsên vê rewşê bi tevahî desthilatdariya defakto û baskê wan yê leşkerî (HSD) dîtin.

Di dawiyê de Serokê Encûmenê spasiya hewl û xebata hemû endaman ji bo pêşxistina Encûmenê kir.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.