المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Ronahiyek ser Jiyana Nivîskar û Rojnamevanê koçkirî Ekrem Mela…

0 71

Xebatkar û nivîskarê kurd M,Ekram Mela, jidayîkbûna sala 1956 an de, li gundê Til Eylûl yê ku dikeve di gundawarê Derbêsiyê de , û herwiha xwendina xwe ya Seretayî û navendî li dibistanên bajarê Derbêsiyê bi dawî kir, û piştre di Zanîngeha Helebê de başê zimanê Ingilîzî tomar kir, lê xwendina xwe berdewam nakir di Zanîngehê  de ji ber zehmetbûna rewşa wî, û piştre wî berê xwe da welatê Yekîtiya Soviyêtî û li Zanîngeha Moskoyê de Master di başê Medya de de wergirt.
Û “Mela ” di ciwaniya xwe de tevlî nava refên Partî bû û di Kar û xebata xwe de berdewam bû, ta kongirê “dihan” de, Xebatkar “Ekram Mela ” hate hilbijartin weku endamê komîta navendî  , û piştre di konfiransa Hewlêrê de ya  yekîtiya Siyasî ku PDK-S ji vê Jidayikbû , hat hilbijartin ji bo endamtiya Destiya Rawêjkariyê , û ji bilî vê yekê di karê ragihandinê û di nivîsandina Gotaran de roleke wî ya taybet hebû di ber doz û mafê gelê kurd de di nava tevgera kurdî de û , û herwiha di hejmarek rojname û malperên kurdî de dinvîsand taybet di rojnameya Kurdistan de.
Û herwiha tê zanîn ku xebatkar û nivîskarê û mediyakarê kurd M,Ekram Mela, duho roja Sêşemê” 17 “Berçile, cû ber dilovaniya xwedê, ku ev demeke rasarî kirîzeke dil hatibû û rewşa wî ya tendirûstî nexwaş bû , ji vê yekê berê xwe dabû Şamê paytexta sûriyê ji bo çareseriya pizîşkî , lê li wir rasarî kirîzeke dî hat û jiyana xwe ji dest da ,

Û îro roja  çarşemê bi merasîmeke geş ji aliyê milet û keseyetên siyasî û rewşenbîrî ve, li gundê wî bi axê hat spartin,
Pênûs û cihê xebatkar û Mediyakar û Nivîskarê kurd M, Ekram Mela wê di dilê her kesekî de wê bimîne.

Ragihandina ENKS ê
Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.