المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Peyama Serokê Herêma û Serokê Hikûmetê bi boneya Cejna Rojiyê ya kurdên Êzîdî ..

0 96

Serokê Herêma kurdistanê Nêçîrvan Berzanî, bi boneya cejna rojîyê ya kurdên Êzîdî, peyamek belav kir, û têde got : ”  Pîrozbahiya cejna rojîyê li hemû xwîşk û birayên Êzîdî dikin li herêma kurdistanê û li cîhanê, û bi taybetî li malbatên kesûkarên cînosayda kurdên Êzîdî û hêvîdarim ev bibe cejneke xweşî ji kurdên Êzîdî re û di nav pêkvejiyan û aramiyê de cejna xwe bikin..

Serokê Herêma kurdistanê
“Nêçîrvan Berzanî”

Ji rexê xwe ve Serok wezîrê Herêma kurdistanê “Mesrûr Berzanî”,peyamek belav kir, bi vê helkeftê  , û di naveroka peyama xwe de wiha got :  ” cejna rojîyê li tavahiya xwîşk û birayên Êzîdî pîroz dikim,, û hêvî dikim ev cejin di rewşeke aram û şadî de derbas bikin, û herwiha di gotina xwe de berdewam kir ku Hikûmeta Herêma kurdistanê di xizmet kirina xwîşk û birayên Êzîdî û parastina mafên wan di bin Saya bihevre jiyana olî û neteweyî ku li Herêma kurdistanê heye. Û em hemû hewlên xwe dikin da ku xwîşk û birayên Êzîdî bi serfirazî vegerin cihên xwe û xizmetên baş ji wan re werin pêşkêş kirin” .

Serokwezîrê Herêma kurdistanê
“Mesrûr Barzanî”

Leave A Reply

Your email address will not be published.