المجلس الوطني الكوردي في سوريا

RONAHIYEK LI SER 13Ê GULANÊ ROJA DAYIKA SÛRÎ …

0 94

Li gorî zaniyariyan û belgeyên naskirî ku 13ê gulanê roja dayika Sûrî ye, ango cejna wê ye.

Û bi taybet li gorî poleke nameyan (Postan)  di sala 1955an de li ser wê polê hatibû çapkirin ,ya ku hilgirtiye bi nivîsandin roja dayika Sûrî ye.

Ev pol e li Komara Sûrî û ya komara Erebî ya hevgirtî..

Lê rêjîma Sûrî ya faşist di dema serokatiya Haviz Esed de,cejna netewî ya Kurdî cejna Newrozê ya ku her sal dikeve 21ê avdarê qedexekir.

Lê gelê Kurd li paytexta Sûrî li Şamê bi xwepêşandanek mezin rabûn li hember desthilatdariya Sûrî, di sala 1986an

ji bo cejna xwe ya netewî ya Newrozê,lê di encama wê xwepêşandanê de, rêjîma Sûrî, gulle bi dilekî sar avêtin xwepêşandanan û ciwanekî kurd bi navê Silêman Adê pakrewan ket , û ji wê rojê de Silêman Adê bûye pakrewanê Newrozê.

Ji ber vê yekê rêjîma Sûrî bilez biryarek fermandarî derxist li gorî hejmara 104,an her sal 21ê avdarê bibe cejna dayikê li Sûrî û ew roj jî betlane be.

Lê gelê kurd li Kurdistana Sûrî 21ê avdarê bi rengê cejna dayikê nepejirand rêzdarî ji hemû dayikan re, ji ber ku 21ê avdarê cejna netewî ye,cejna Newrozê ye.

Rêjîma Sûrî dixwest cejna netewî ya gelê Kurd cejna Newrozê û xwîna pakrewanê Newrozê Silêman Adê,di bin siya dayikên Sûrî winda bike , Û xwe jê bişo.

Lê wek tê xuykirin bandora rêjîma Sûrî,li hin xelkên kurdên Kurdistana Sûrî kiriye.

Û wek rêjîma qirêj roja Cejna Newrozê dibêjin cejna dayikê ye,û xwîna pakrewanê Newrozê Silêman Adê jibîrdikin.

Di derbarê vê yekê de,em bi hêvî ne ku gelê kurd li Kurdistana Sûrî her malbatek cejna dayikê û cejna Newrozê ji hev cûda bike,

û zarokên xwe baş fêr bikin li ser çîrokbûna pakrewanê Newrozê Silêman Adê,dema çîroka pakrewanê Newrozê nasbikin wê ji xweber cûdabûna cejna Newrozê û cejna dayikê ji hev derxînin..

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Nivîskar:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.