المجلس الوطني الكوردي في سوريا

KOBANÊ: YEKÎTÎ KURDISTANÎ SALVEGERA 37EMÎN A ŞEHADETA TÊKOŞER EBDÎ NESAN VEJAND. 

0 78

Di roja Çarşemê 11ê Gûlanê 2022an de, Yekîtî Kurdistanî salvegera 37emîn a şehadeta têkoşerê Kurd Ebdî Nesan vejand

bi boneya 37emîn salvegera şehadeta têkoşer Ebdî Nesan

Şandeke Partiya Yekîtî Kurdistanî -Sûriyê bi serokatiya Weys Şêxê endamê komîta siyasî ya Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriyê û hejmarek ji hevalên partiyê û malbata pakrewan û dost û hogirên têkoşer serdana gora pakrewan li gundê ‘Elbelûr li gundewarê bajarê Kobanê kirin.

 

 

Herwiha gurzên gulan li ser gora wî hat danîn, û piştre endamê Komîteya siyasî ya Partiya Yekîtî Weys Şêxê gotinek pêşkêş kir û tê de tekez kir ku têkoşer Ebdî yek ji kesayetiyên bi bandor di civaka xwe û tevgera siyasî ya Kurd li Kobanê bû .

Herwiha Şêxê, behsa rola pakrewan û tekoşîna wî ya partî ya dirêj û bêwestan ji bo doza dadperwerane ya gelê xwe û hewlên wî yên ji bo bilindkirina statuya gelê Kurd û bidestxistina armancên wî kir.Û spasiya hemû kesên beşdarî vê vejandinê kir.

Hêjaye gotinê ku,têkoşer D.Ebdî Nesan di sala 1947 an de, jidayikbûye li gundê ‘Elbilûr yê dikeve rojavayê bajarê Kobanê nêzîkî 5km.

Û di roja yekşemê 11ê gulanê sala 1985an de, demjimêr 5ê êvarî di hindirê dermanxaneya xwe de, hat tîrorkirin ji aliyê milîsên bi rêjîma Sûrî ve.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.