Di roja Çarşemê 11.5.2022an de, birêz Salih Cemîl Axa Elmilî endamê Encûmena Giştî ya Hevdîtina Niştimaniya Demoqrat li Sûriyê û nûnerê Hevdîtinê li Kurdistanê û yê pêre Ebdulqadir Mezûrî serdana baregeha Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê li Hewlêrê kir.
Herwiha her du aliyan behsa rewşa giştî ya Sûriyê û rewşa siyasî ya kurdî bi taybetî li ser asta navdewletî û herêmî kirin.
Rêzdar Salih herwiha behsa pêşkêşkirina daxwaza endametiya xwe, wek Hevdîtina Niştimaniya Demoqrat li Sûriyê, ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê re kir, û hêvî xwest ku di zûtirîn dem de daxwaza wan were qebûlkirin, ji ber ku ew xwe beşek ji siyaset û nêzîkbûna Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê dibînin.
Jêder:Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah