المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Roja Cilûbergên kurdî li Qamişlo hat vejandin..

0 108

Yekîtiya xwendevan û ciwanên Dîmoqiratî kurdistanî-Rojava ,îro roja çarşemê “10” ê, Adara “2021”an ,roja çil û bergên kurdî vejand .

Ev yek li ofîsa PDK-S ê ya rojhilatî Qamişlo bû , û  bi amadebûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê û herwiha nûnerên partiyên siyasî .

Û herwiha di derbarî rojê de ,

endama koma Orkêş” “Boran Zaza “,ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman: ” Her sal roja “10” Adarê tê vejandin bi xemilandina keç û xortan bi cilûbergên kurdî yên filklorî ,  ku ev nîşan û nasnama miletê kurd e

,ku bi şal û şapik û kiras û xiftan miletê kurd tên naskirin”  .

Û ji rexekî dî ve hemû endamên yekîtiya xwendevan û ciwanan kêfxweşiya xwe diyarkirin û roja cilûbergên kurdî li hemû kurdan pîrozkirin.

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.