Home / Çalakî / Pakrewanên Serhildana 12ê avdarê li Qamişlo hatin bi bîranîn..

Pakrewanên Serhildana 12ê avdarê li Qamişlo hatin bi bîranîn..

Tê zanîn ku êvara “12”ê,Avdarê weku rojek taybet e di dîroka miletê kurd de li Kurdistana sûriyê, ku di rojeke weku îro de sala “2004” an, bi sedan xortên kurd bi ser destê rêjîma Be’s de bûn qurbanî û herwiha vexistina mûman weku wefadarî û rêzgirtin ji xwîna hemû pakrewanên “12” adarê û birîndaran re .

Ji ber vê yekê Îro roja pêncşemê “11”ê ,Adara “2021”an, demjimêr” 6″êvarî ,encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo, bi boneya salvegera “17” yemîn, li ser derbasbûna bîranîna pakrewanên “12”ê Avdarê, bi dest vêxistina mûman kirin û ev yek bi amadebûna hejmarek ji milet û nûnerên partiyên siyasî û endamên encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo û herwiha Yekîtiya xwendevan û ciwanan.

Û herwiha hêjaya were gotin ku her sal li seranserî bajar û bajarokên Kurdistana sûriyê bi vexistina mûman li mal û kolanên xwe pakrewanên “12”, Avdarê li bîra xwe tînin yên ku canê xwe û xwîna xwe kirin qurbanî ji bo doz û azadiya miletê kurd û bigihêjin mafê xwe yên rewa …

Wêne ji bîranînê

 

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

About Raid Mihemed

Check Also

HERÊMÊN KURDISTANA SÛRIYÊ TÊN TOPBARAN KIRIN JI ALIYÊ TIRKIYA Û CIVAKA NAVDEWLETÎ BÊDENG DIMÎNE.

Di şeveq û sibeha roja Duşemê 8.8.2022an de,Herêmên Kurdistana Sûrî hatin topbaran kirin ji aliyê …

Leave a Reply

Your email address will not be published.