المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Hunermendê Mezin Mihemed Şêxo li Navenda PDK-S ê ya Rojhilatî Qamişlo hat bi bîranîn..

0 517

Îro roja çarşemê “10” ê ,Adara” 2021″an, bi vexwendin ji Yekîtiya xwendevan û ciwanên Dîmoqiratî kurdistanî-Rojava, şaxê Qamişlo, salvegera “32” yemîn , li ser koçbarkirina hunermendê kurd” Mihemed Şêxo” hat  vejandina li ofîsa PDK-S ê ya rojhilatî Qamişlo.

Û herwiha ev yek bi amadebûna endamên yekîtiya xwendevan û ciwanan û nûnerên partiyên û herwiha bi hazirbûna Koma Orkêş…

Û herwiha gotina PDK-S ê, ji aliyê M, “Nafih Ebdellah “, endamê komîta navendî, ku di gotina xwe de bi awayekî berfireh li ser rol û xebata hunermend Mihemed şêxo ya hunerî anî ziman.

Û herwiha gotina Yekîtiya Xwendevan û ciwanên Dîmoqiratî kurdistanî-Rojava ji aliyê M,” Şikrî EbdElrehman “ve hate xwendin .

Û herwiha di derbarî salvegerê de M,”Darîn Hemo” berpirsa xwecihiya Qidûrbek ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman:

” Her sal roja koçbarkirina hunermend “Mihemed Şêxo “, li bîra xwe tînin weku rêzgirtin û wefadarî ji kar û xebata wî ya hunerî di her çar parçeyên kurdistanê û stranên wî wê her dem zindî di dilê me de bimîne”.

Û herwiha berdewam kir û got :

” hunermend” Mihemed Şêxo ” bi gotina stranên netewayî û evînê ku êş û azarên miletê kurd daxuyakirin ji hemû miletên cîhanê re”.

Û herwiha di ahingê de çend Stranên hunermend “Mihemed Şêxo” bi dengê koma Orkêş hatin pêşkêşkirin.

Û di dawiyê de belgefilmek li ser Jiyana hunermend “Mihemed şêxo “hate pêşkêş kirin.

Û herwiha birayê hunermend “Mihemed Şêxo ” birêz “Beha Şêxo “, bi rêya telîfonê Spasiya yekîtiya xwendevanan kir li ser li darxistina bîranîna” 32″emîn ya koçbarkirina hunermend kurd Mihemed şêxo..

tê zanîn ku Hunermend ” Mihemed şêxo” , di sala” 1989 an , li Qamişlo çû ber dilovaniya xwedê û ji aliyê milet û kesayetên siyasî û rewşenbîrî ve li goristana ” Hilêliyê ” yê bajarê Qamişlo bi xakê hat spartin.

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.