المجلس الوطني الكوردي في سوريا

M.ELÎ REHMÛN FÊDANEK PÊŞKÊŞKIR DI XELEKEK GENGEŞEYÊ DE LI BAJARÊ QAMIŞLO DI NAVENDA KORBENDA ÇAKSAZÎ Û GUHERTIN.

0 74

Korbenda Çaksazî û guhertin di xelekek nû de,Xelekek gengeşeyê di derbarê(Nasnameya niştîmaniya ya Sûriya) de,li bajarê Qamişlo li darxist.

di roja Şemiyê 6.3. 2021ê de,li navenda korbenda Çaksazî û guhertin,li Kurdistana Sûriya,li bajarê Qamişlo xelekeke gengeşekirinê hat lidarxistin,bi rêveberiya M.Kazim Xelîfê û M.Feyrûşa Ebd-elrehman,endamên korbenda Çaksazî û guhertin.

Di derbarê vê yekê de,mamoste Kazim Xelîfê endamê rêveberiya korbenda Çaksazî û guhertin ji malpera me ya ENKSê re, ragihand û anî ziman:

“Di roja Şemiyê 6.3.2021ê de,li bajarê Qamişlo li navenda korbenda Çaksazî û guhertin , Fêrdanek bi navnîşaniya (Nasnameya niştîmaniya ya Sûriya )
M.ELÎ Rehmûn pêşkêş kir.

Herwiha gotarbêj M.Elî Rehmûn bi awayekî zanistî û berfire gotara xwe şirovekir û anî ziman .

Herwiha piştî mijar hat pêşkêş kirin ji hêla mamoste Elî Rehmûn,û di derbarê wê de qonaxên avakirina nasnameya niştîmaniya ya Sûrî anî ziman û diyar kir”.

Herwiha Xelîfê got jî :

“Piştre deriyê gengeşeyê vebû û mijar dewlemend bû, ji aliyê hemû beşdarbûna ji rewşenbîran û ramiyariyan û kesayetên civakî, ji hemû pêkhateyên herêmê bi berpirsiyarek bilind û serkeftî”.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.