المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ROJA CÎHANÎ YA JINAN JI ALIYÊ HER DU XWECIHIYAN YA TIL TEMIR Û EBÛ RASÊN VE HAT VEJANDIN.

0 83

Di bin diruşma: Jin di Rêbertiyê de.

Xwecihiya Til Temir û Ebû Rasên ên bi ser Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bi çalakiyek hevbeş li navenda xwecihiya Til Temirê roja cîhanî ya jinan vejandin.

Ahing bi kêlîkek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê destpê kir.

Herwiha gotina Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji aliyê xanim Jînda Temê ve hate pêşkêşkirin û piştre çendîn helbest ji aliyê komek ji zarokan ve, hatin pêşkêşkirin.

Herwiha mêvanperwerî li amadebûyan û beşdaran hat belavkirin, paşê şahî bi gelek dîlanên kurdî bi dawî bû.

 


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.