المجلس الوطني الكوردي في سوريا

OFÎSA JIN Û ZAROKATIYÊ LI XWECIHIYA AMÛDÊ ROJA CÎHANÎ YA JINAN VEJANDIN.

0 75

Di bin dirûşma Wekheviya Zayendî de.

Nivîsgeha Jin û Zarokatiyê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, li xwecihiya Amûdê,di roja sêşemê 8ê avdarê 2022an de, roja Cîhanî ya Jinan li baregeha xwecihiya Amûdê ya bi ser ENKSê ve,vejandin.

Herwiha bi amadebûna girseyeke ji xelkê Amûdê û gundewarê wê, nûnerên partiyên siyasî, kesayetiyên netewî û serbixwe û rêxistinên jinan.

Ahing bi kêlîkek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê destpê kir.

Paşê xanima Sumeya Hac Yûnis bixêrhatina amadebûyan kir û piştre jî helkeft ji aliyê birêz Xelîl Alûcî ve, dest pê kir.

Herwiha Axaftina Emîndariya Giştî ya ENKSê ji aliyê Xanim Zekîye Resûl ve hat kirin.

Li aliyê din ahing bi strana folklorî ji aliyê hunermend Zubêr Sarû hate dewlemend kirin.

Herwiha bi pêşbirk û xwendina helbestên Kurdî ji aliyê komek ciwan ve diyarî li zarok û jinan hatin belavkirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.