المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HEVRÊZIYA JINÊ YA TEVGERA ÇAKSAZIYA KURD- SÛRIYA AHENGEK LIDARXIST.

0 63

Bi boneya Roja Çîhanî ya Jinê, di roja 7ê avdarê 2022an de, hevrêziya jinê ya Tevgera Çaksaziya Kurd – Sûriye li bajarê Qamişl li navenda Korbenda Çaksazî û Guhertin bi beşdarbûna rêxistinên Jinan, ahingek lidarxistin.

Di destpêkê de,mamosta Mîdiya Salih bixêrhatina mêvanên beşdar kir û piştre, kêlîkek bêdeng rawestiyan li ser giyanên pakrewanên Şoreşa Rûmet û Azadiyê û bi taybet li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan.

Herwiha M.Mîdiya Salih, derbarê vê helkeftê de,axivî û bi hin helbestan jî ku vê boneyê pîroz kir .

Herwiha gotina hevrêziya Jinê ya Tevgera Çaksaziya Kurd- Sûriya ji aliyê M.Fatma Ibrahîm hat pêşkêş kirin.

Gotina wê derbarê rola jinê di civaka Kurd de bû, têkoşîna wê û hêza wê ya ku di hemû qadên jiyanê de li kêleka mêran bi awayekî zelalmendî, nirxand.

Herwiha gotina Tevgerê ji aliyê M.Kazim Xelîfê,endamê ofîsa cîbicîkar ya Tevgera Çaksaziyê Kurd -Sûriya hat pêşkêş kirin.

Herwiha tekez kir ku jin hêmana bingehîn a avakirina civakê ye û ji bo bajarvaniyê bûye pîvan.

Ji ber ku rêya pêşketin û avakirina neteweyê û welatan e.

 

Herwiha helbestvana Fatma Salih, helkeft bi komek ji helbestan helkeft dewlemed kir..

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.