المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêxistinên civaka sivîl yên jinê civînek li darxistin.

0 84

Iro sêşemê 5ê Avdarê 2019an rêxistinên civaka sivîl ( Rêxistina jina kurdî ya azad û yekîtiya jinên kurdistana sûrî û komela aferîn û yekîtiya jinen kurdî li sûriya ) rûniştinek danûsitandinê bi boneya roja jinê ya cîhanî li darxistin bi amedebûna hin jinê serbxwe û jinên rêxistinên siyasî .

Di civînê de li ser çar xalên girîng rawestiyan ji wan xalan “rola jinê di warê siyasî û warê civaka sivîl û gelo zilamê kurd hêjaya bibe nav nîşan bi navê lehingê rojhilat”.

Li ser vê danûsitandinê Nisrîn Hisên berpirsa komela aferîn ji peyamnêrê me re da xwuyakirin û wiha got “Rûniştina me ya danûstandinê bo li ser kar û xebata jinê ji kevn de ta roja îro rolekî girîng di hemû waran de ye di lîsteyê de û tev bi piştgirya zilamê kurd bo lewra civaka kurdî pêşketîye bêhtir ji hemû civakên derdora xwe re.

Hisên tekezkir di berdewamiya axaftina xwe de “ji ber vê yekê ew ê buhayê zilamê kurd bibe navnîşana lehingiya rojhilatê û jina kurd pêwiste ku xelata cîhanî hilgire”.

Di vê derbarê de jinek ji rêxistina kurdî ya azad bi navê Çinar Hindo ji peyamnêrê me re wisa got “Rûniştinên wiha gelekî pêwistin ji me re û îro çend xalên girîng ku em li ser sekinîn ji ber em dixwazin ku em bigihên armancên sereke ku em karibin xwediyê zanîn ê di pêşeroja rola jinê”.

Amedekirin: Yusra Zibêr

Ragihandina ENKS Ê – Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.