المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Amedekariyên nivîsgeha karûbarên jin û zarokan ya encûmena niştîmanî jibo roja jinê ya cîhanî..

0 79

Îro roja pênşemê 7ê Avdarê 2019an, nivîsgeha karûbarê jin û zarokan ya encûmena niştîmanî ya kurdî civînek li darxistin ji bo amedekariya roja jinê ya cîhanî.
Destpêkê de kêlîkek bê deng li ser can û giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê rawestiyan, û paşê li ser programê roja 8 ê avdarê sekinin û kar hate belavkirin.
Divê derbarê de endama nivîsgeha siyasî ya partiya Yekîtî Nisrîn Çeto ji peyamnêrê me re wisa got: ” îro me civata xwe li darxist jibo amedebûna roja jinê ya cîhanî,
ji ber ji kevn de hatiye xuyakirin ku jina kurd dîroka wê di kar û xebatê de heye û ji dest pêka şoreşa sûrî diyar bû ku bi rola xwe baş radibe, û daket kolana mil bi mil bi zilamê Kurd re doza mafê xwe kir wek jin û doza mafê miletê xwe jî kir.
Çeto wiha berdewam kir di axaftina xwe de “Lê mixabin em dibînin ku hîn ew guhdana bi jinê gelekî qels e ji aliyê tevgera kurdî ve, ji ber mêjiyê zilam û desthilatiya wan li ser civakê û tevlî hinek serkirdeyên tevgerên kurdî ku dibînin hîn jin qels e û bi çavekî biçûk lê dinerin” .
Çeto Daxwazkir ” ku em ji vê mêjiyê zilamî teng azad bibin û rê bê vekirin li pêşiya jina kurd ta ew jin karibe bi erkê xwe rabe di hemû waran de bi erkê xwe ê (niştîmanî, netewî û mirovahî) û em jî weke jin bi rola xwe bi kar û xebata xwe emê xurtir bibin di civaka kurdî de bi taybet di warê (siyasî û çand) de ev kar gelekî ji mere girîng e ku jina kurd bi rola xwe rabe di warê siyasî û rewşenbîrî de em serkeftinê ji jina kurd re dixwazin û ji miletê kurd bi tevahî re “.
Ji aliyê xwe ve endama nivîsgeha karûbarê jin û zarokê bi navê Sidya Ibrahîm ji peyamnêrê me re da xwuyakirin û got
” Îro rûniştina me bû ji bo karê 8 ê avdarê roja jinê ya cîhanî, ku çi pêwîstî ji me bê xwestin em bi cî bînin û wê rojê bi xweşî derbas bikin û em roja jinê ya cîhanî li hemû jinan pîroz dikin”.

Amedekirin : Yusra Zibêr

Ragihandina ENKS ê – Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.