المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qamişlo: Rêxistinên çivaka sivîl û rêxistinê partiyên siyasî yên jinê civatek li darxistin..

0 86

Rêxistina civaka sivîl ya jinê û yên pariyên siyasî îro şemiyê 2ê Avdarê 2019an bi hevre civiyan ji bo amedekirina roja cîhanî ya jinê.
Di civînê de li ser çend xalên girîng hat gengeşekirin:
– Yek ji wan dem, katjimêr û rewşa kar wê bi çi awayî be.
Lewra jinek ji rêxistina jina kurdî ya azad bi navê Se’diya Birahîm ji peyamnêrê me re wiha got: ” Amedebûna me îro ji bo amedekirina roja jinê ya cîhanî ku em gihan çend xalan me gotûbêj kir
di mijara rojane ya cejnê, wê bi rengê rûniştina danûstandinê be . .
Ji aliyê xwe ve endama yekîtiya jinên kudistana Nadiya Doko ji peyamnêrê me re da xuyakirin û got: “Belê jin sembola aştiyê ye lewra me xwest ku em bi rengekî hevbeş bi vê rojê rabin, û em roja cîhanî ya jinê li hemû jinan pîroz dikin.

Amedekirin: Yusra Zibêr

Ragihandina ENKS ê – Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.