المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêxistina Zaxo ya PDK-Sê, serdanda mezara nemiran li devera Barzan kir…

0 72

Rêxistina Zaxo ya bi ser Partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya ve, roja înê 18ê Adara 2022an, serdanda mezara nemiran ” Mela Mustefa û Îdrîs Barzanî li devera Barzan kirin…

Û ev yek bi amadebûna endama komîteya navendî M,Hiyam Ebdulrehmen û hejmarek ji endam komîteya Herêmî û şaxî û encûmenên xwecihiyan û rêxistinên jinan li qezaya Zaxo ,Sîmêl, Amêdiyê…

 

Û herwiha ev şanda PDK-Sê ji aliyê Birêz Şêx Xelat Barzanî nûnerê serok Mesûd Barzanî ve hatin pêşwazîkirin…

Û herwiha hêjaya were gotin ku di dîroka gelê kurd de gelek destanên berxwedan û mêrxasî û qehremanî û şoreşgeriyê hatine tomar kirin, ku ne bi tenê di dîroka kurdî de ,lê belê di dîroka cîhanê de cihê xwe girtiye

bi rêberiya kesayetên welatparêz û niştîmanperwer ku navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka miletê kurd de nexişandine ..

 

Bavê Netewa miletê kurd Mela Mustefa Barzanî û Îdrîsê herdem sax wê di dilê kurdan de zindî bimînin…

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.