المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Newroz bi coşeke mezin li Dirêcîkê hat Vejîn ..

0 80

Roja” 21 ê”Avdarê, roja Rizgarî û Azadiyê, roja Aştî û Rûmeta gelê kurd li dijî Stemkar û zordariyê, Îro miletê kurd li devera Dirêcîkê ya girêdayî bi bajarê Tirbaspiyê ve bi kêfxweşî pêşwaziya hatina cejna Newrozê kirin bi şahî û dîlan û bi derketina seyranan û herwiha bi xemilandina kec û xortan bi çil û bergên kurdî û bi bilindkirina alaya kurdistanê li ser hêviya cejneke azad û serxwebûnê.

Û Newroz bi aheng û şahî bi stran û dilan ji aliyê koma Narîn û koma Orkêş ên huner û filklorên kurdî bi rêva çû …

Û herwiha di derbarê şahiya Newrozê welatî bi kêf û xweşî û bi dadana agirê Kawayê Hesinkar cejna Newrozê pîrozkirin Newroza tevahiya miletê kurd pîroz azadî û nîşana serfiraziya kurdan li her çar parçeyên kurdistanê .

û bi vî awayî roja Newrozê bi rengekî aştî û azadî derbas bû , tê naskirin ku xelkê Rojhilatî Qamişlo û Tirbespiyê û gundewarên wan ji Hêla Aliyan û Sinceqê li Dirêcîkê dighin hev û Newroza xwe li wir dikin bi kêf û şadî ….

Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.