المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKS KOMKUJIYA HELEBÇA VEJANDIN.

0 95

Di roja çarşemê 16.3.2022an de, Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, bi boneya 34emîn salvegera komkujiya Helebçeyê, li pêşiya baregeha nûneratiyê li bajarê Hewlêrê, 5xulekên bêdeng rawestiya.

Hêjayî gotinê ye, ku komkujiya Helebçeyê di dema desthilatdariya dîktator Sedam Husên de, beriya 34 salan û di navbera 16 û 19ê Adara 1988an de, bi taybetî li bajarê Helebçe yê Herêma Kurdistana Iraqê, dema ku firokeyên iraqî êrîş kirin.Bi fermanek rasterast ji wezîrê berê yê berevaniyê Elî Hesen Mecîd, ku piştre navê wî bû Elî kîmyawî, ji ber ku van firokeyan çekên kîmawî yên qedexekirî li ser asta navdewletî bikar anîne û di encamê de, nêzîkî 5hezar kes hatine kuştin, ku piraniya wan jin û zarok in, û nêzîkî 10hezar kes jî birîndar bûne.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.