المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêxistina Zaxo ya PDK-Sê semînarek siyasî li darxist…

0 77

Rêxistina Zaxo ya bi ser partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya ve, roja 31ê berçileya 2021″an, semînarek siyasî li navçeya Serseng li Herêma Kurdistanê li darxist..

 

Û ev yek bi amadebûna M, Hiyam Ebdulrehman ” endama komîteya navendî ya PDK-Sê û her du endamên komîteya herêmî ” Haşim Mehmo û Şahîn Eynê ..û berpirsê encûmena şaxî ya Sersengê û herwiha endam û alîgirên partî têde hazirbûn..

 

Û di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

 

Û piştre Birêza ” Hiyam Ebdulrehman ” bi xêrhatina hemû beşdaran kir û sersala wan pîroz kir..

 

Û di derbarê vê semînarê de M, Ebdulrehman ” xalên giring ser babetên girêdayî bi rewşa siyasî û rêxistinî de anî ziman…

 

Û herwiha di semînarê de geşedan û pêşveçûn û helwestên siyasî li deverê di çarçoveya vê qonaxa niha ku miletê kurd têde derbas dibin gotûbêjkir..

 

Û her di heman mijarê de ser rêze hevdîtinên berfireh yên tên li darxistin ji aliyê şanda me di Itîlafê de bi civaka navdewletî re û navneteweyî kirina pirsgirêka kurdî di civînên navdewletî de kir û herwisa ji rexekî dî ve drbarî danûstandianên kurdî kurdî di navbera ENKS ê û Partiyên Yekîtiya niştîmanî di vê semînarê de behis kir..

 

Û herwiha di dawiya semînarê de M, Hiyam Ebdulrehman ” berpirsa rêxistina Zaxo ya bi ser PDK-Sê ve spasiya beşdaran kir ser kar û xebata we di partî de ….

 

 

Ragihandina ENKSê

Qamişlo…Hêvî Delî û Elî Feteh

Leave A Reply

Your email address will not be published.