المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER ENKSÊ VE.

0 72

Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwe di roja pêncşemê 30.12.2021ê de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Di destpêkê de kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan, û piştre serokê xwecihiyê M.Ebdela Ahmed, bi xêrhatina hemû endaman kir.
Herwiha civat rawestiya li ser hemû bûyerên herî dawî yên siyasî li ser qada Sûrî bi giştî û bi taybet li ser rewşa kurdî -kurdî, û bi awayekî berfireh civat rawestiya li ser rewşa herêmê û geşedanên dawî ji aliyê navdewletî û herêmî.

 

Herwiha xwecihî Karên komîteyên ku li xwecihiyê hatine avakirin hatin diyarkirin û ji aliyekî din ve, çalakiya ku xwecihiyê bi boneya roja Aleya Kurdistanî lidarxistibûn, hat nirxandin.

Herwiha di dawiya civatê de,hemû endamên xwecihiyê hatin spaskirin ji aliyê serokatiya xwecihiyê ve,li ser liv û teveger û xebata wan.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.