المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NIVÎSGEHA JIN Û ZAROKATIYÊ YA ENKSÊ AHENGEK JI BO ZAROKAN LIDARXISTIN. 

0 100

Ji ber ku zarok jiyana can in, û ruhê jiyanê ne, Yekîtiya Jinên Kurdistana Sûriyê bi boneya hatina sersala 2022an di roja Îniyê 31.12.2021ê de, Nivîsgeha Jin û Zarokatiyê ya ENKSê li bajarê Qamişlo li taxa Hilêliyê şahiyek ji zarokan re lidarxist.

Li wir çendîn çalakiyên curbicur ji aliyê zarokan ve hatin pêşkêşkirin, wek govend û govendê, piştre jî diyarî û şêrînî ji aliyê Baba Niwêl ve, hatin belavkirin, da ku şahî û şadiyê bixe dilê zarokan.

Di derbarê vê yekê de, endama Desteya Rêveber a Yekîtiya Jinên Kurdistana Sûriyê Xaliya Xelo ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Çalakiya me ya îro weke piştgiriyeke manewî ji zarokan re hat, li gorî wan şert û mercên ku zarok ji van bûyerên wiha bêpar hiştine.

Me ev însiyatîfa ji bo ku dilê zarokên xwe şad bike, ji bo hemû zarokan sala nû ya ku ji hemû zarokan re xêr, aramî û ewlekarî bi xwe re bîne, dixwazin”.

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.