المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qamişlo : Şandek ji Tevgera Ciwanên Demokratîk serdana ofîsa ENKSê kir

0 59

Roja pêncşemê “23” ê, tîrmeha” 2020″ an, şandek ji Tevgera Ciwanên Demokratîk , bi seroketiya M,”Hemza Ismaîl “hevrêzê giştî ya tevgerê, serdana bergeha encûmena niştîmanî kurdî li bajarê Qamişlo kirin.

 

Û herwiha şanda tevgera ciwanên Demoqratîk hatin pêşwazî kirin ji aliyê M,”Silêman Oso “û M,”Mihemed Ismaîl ” endamên desteya serokatiya ENKSê, û herwiha M,”Mihsin Tahir “, serokê ofîsa karûbarên encûmenên xwecihî .

 

Û herwiha her du aliyan li ser giringiya li hevkirina kurdî di nav tevgera kurdî de gengeşekirin û pêwîstiya destpêkirina qonaxa duyem ji danûstandinan ji ber ku ew bi bi erênî nîşan dide û piştevaniya navneteweyî û piştgiriya wê ji bo doza gelê kurd li Kurdistana sûriya .

 

Û ji aliyekî din ve her du aliyan nerînên xwe derbarî rola ciwanan di şoreşa sûriyê de û pêwîstiya beşdarbûna ciwanan ,û herwiha tekez kirin li ser giringiya rola wan di derbarî tevgera siyasî de.

 

Û herwiha şanda tevgera ciwanên Demoqratîk bihtirî 200 selikên alîkariyê pêşkêşî encûmenên xwecihî li Qamişlo kirin û li malbatên hewcedar û xêzan ên li bajêr de werin belav kirin.

Û herwiha M, “Mihsin Tahir” Spasiya wan kir li ser vê destpêşxeriyê.

Û herwiha tê zanîn ku Tevgera ciwanên Demoqratîk berî niha li bajarê Girkê Legê û Çil Axa û Dêrikê alikarî ku ji cilûbergên zarokan pêk dihat belav kirin..

 

 

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Wergerandin: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.