المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêxistina Koçera ya PDK-Sê semînerk li darxist bi boneya salvegera damezrandina partî

0 86

Rêxistina Koçera ya bi ser Partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya, roja sêşemê 14ê pûşberê, bi helkeftina 65emîn salvegera damezrandina partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya ,semînerk li darxist..

Û ev yek bi amadebûna endama komîteya navendî Xanim, Perîxan Dawûd û endam û alîgirên partî..

Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

Û piştre ev semîner ji aliyê Xanim ” Perîxan Dawûd ” ve bi rêva çû..

Û Di semînerê de bi giştî li ser rol, kar û xebata partî li ser rêça Barzaniyê nemir û kurdayetî ji dema damezrandina wê ta niha û herwiha rola partî li ser asta Siyasî û civakî û belavkirina aştiyê û wekheviyê di nava hemû pêkhateyên gelê Sûriyê de anî ziman..

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.