المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qamişlo :PDK-Sê 65emîn salvegera damezrandina yekemîn partî li Kurdistana Sûriyê vejand…

0 133

Îro roja sêşemê ” 14″ê pûşbera sala” 2022″an, 65 sal li ser damezrandina partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya ve derbas dibe, û bi vê boneyê  PDK-Sê ev roj vejand bi ahingek bi coş bi beşdarbûna hejmarek mezin ji cemawer û endam û serkirdeyên partî û rêxistinên jinan û tevgerên ciwanan li ofîsa PDK-Sê ya Rojavayî Qamişlo..

 

Û herwiha di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

 

Û piştre bi boneya vê salvegerê de gotina partî Demokrata Kurdistan- Sûriya, ji aliyê M,Muhsin Tahir ” endamê ofîsa siyasî ve hat xwendin û têde li ser rol û giringiya kar û xebata partî ji dema damezrandina wê ta niha anî ziman..

Û herwiha M,Tahir Hesef”gotina Encumena niştîmanî kurdî li Sûriya pêşkêşkir…

Gotina Eniya Aştî û Azadiyê ji aliyê M,Gebriyêl Mûşê ve hate xwendin..

Û herwiha daxuyaniya partiya Demoqratî Kurdistanî bi helkeftina damezrandina partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya hate pêşkêşkirin ji aliyê M,Nafih Ebdellah ” endamê komîteya navendî ya PDK-Sê ..

 

Gotina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê ji aliyê M,Luqman Yûsif ” serokê Yekîtiyê ve hate xwendin..

 

Gotina Yekîtiya jinên kurdistan Sûriya, ji aliyê berpirsa ofîsa jinê xanim” Ariya Cûma ” ve hate pêşkêşkirin…

 

hêjaya were gotin ku 65 sal kar û xebata partî berdewam e li ser rêça Barzaniyê nemir ta gihiştina kurdan mafên xwe yên rewa ..

Û di vê helkeftinê de çend stran ji aliyê koma Narîn a hûner û filklora kurdî û helbest derbarê damezrandina partî hatine pêşkêşkirin….

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.