المجلس الوطني الكوردي في سوريا

65EMÎN SALIYA DAMEZIRANDINA PARTIYA YEKEMÎN LI KURDISTANA SÛRÎ JI ALIYÊ PDKSÊ VE HAT VEJANDIN.

0 92

Di roja Sêşemê 14.6.2022an de, 65 saliya damezirandina partiya yekemîn li Kurdistana Sûrî ji aliyê rêxistinên Amûdê,Dirbêsiyê,Hesekê,Til Temir û Ebû Rasên yê bi ser PDKSê ve,li gundê Til Fendî hat vejandin.

Herwiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî,şandên encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve.Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe,rewşenbîr,civakî û rêxistinên ciwanan û jinan.Û bi beşdarbûna cemawerên xwedî piroja netewî.

Herwiha ahing ji aliyê M.Mehabad Xelîl û M.Idrîs Hac Tahir ve,hat birêve birin.

 

Herwiha ahing bi kêlîkek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û Barzaniyê Nemir bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir.

Piştre,M.Beşar Emîn endamê ofîsa siyasî ya PDKSê axaftinek kir û bixêrhatina amedebûna kur û spasiya wan kir li ser beşdariya wan bo vejandina 65 saliya damezirandina partiya yekemîn li Kurdistan Sûrî.

Herwiha Emîn di axaftina xwe de,bahsa giringiya damezirandina partiya yekemîn û rola wê di wê qonaxê de, kir.

Herwiha gotina Encûmena niştîmaniya kurd li Sûriya ji aliyê M, Elî Dawid” ve hate pêşkêşkirin

Û piştre gotina partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya ji aliyê M,Mihemed Se’îd Wadî ” endamê komîteya navendî ya partî ve, hate pêşkêşkirin .

Wî spasiya amadebûyan kir ji bo vê beşdariya giranbuha, û behsa qonaxên damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya û zehmetiyên Damezerînên ku di damezrandina partiyê de beşdar bûne, û li ser beşdariya partiyê di xurtkirina ruhê netewî yê Kurd di parastina ziman, urf û edet û parastina nêzîkatiya Kurdî de, nêzîkatiya Barzaniyê nemir kir.

Herwiha gotina Yekîtiya Jinên Kurdistan Sûriya ji aliyê berpirsa rêxistina Hesekê Bêrîvan Heso ve,hat xwendin.

Herwiha gotina Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokratî Kurdistana Roj Ava ji aliyê M.Ciwan Elî berpirsê ofîsa rêxistinê di sekreteriya de hat xwendin.

Axaftina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê,ji aliyê M.Seyfedîn Qadirî ve hat xwendin.

Herwiha di ahingê de, stran û helbest bi vê minasebetê bi beşdariya hunermend Mehsûm Şekakî, Ferhan Ebû Mediya û Umer Şiblî bavê Reşo hat pêşkêşkirin û Koma Serxbon a hunerî û folklora Kurdî di nava heyrana amadebûyan de performansên hunerî yên folklorîk pêşkêş kirin. Çend telgrafên pîrozbahiyê hatin wergirtin, bi taybetî telgrafa ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê û M. Barzan Silêman endamê komîteya şêwirdariya partiyê wê xwend.

Herwiha bi rêz Mihemed Hac Silêman xwediyê gundê Til Fendî hat xilat kirin ji aliyê PDKSê bi Slogana partiyê.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.