المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêxistina Kewirgoskê ya PDK-Sê çilrojiya pêşmerge ” Îsa Rêber Elî” li darxist .

0 59

Rêxistina Kewirgoskê ya bi ser Partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya ve, îro roja duşemê 9ê Gulana 2022an, çilrojiya pêşmerge ” Îsa Rêber Elî” li kampa Kewirgoskê li darxist…

Û ev yek bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî û rêxistina Roj û malbata pêşmerge..

û di derbarê vê salvegerê de gotin hatin pêşkêşkirin . ..

Gotina rêxistina Kewirgoskê ji aliyê endamê komîteya herêmî M,EbdulEzîz Kamil” ve hate pêşkêşkirin . .

û gotina rêxistina Roj a PDK-Sê ji aliyê M,Haşim ve hate pêşkêşkirin . .

û gotina malbata pakrewa ji aliyê M,Hisên Elî ve hate pêşkêşkirin . .

li Ser rola pêşmergeyên leşkerê Roj û xebata wan di ber parastina sînor û xaka kurdistanê ya pîroz de anîn ziman . ..

Û herwiha rêxistina Kewirgoskê ya bi ser PDK-Sê ve wêneyê Pêşmerge ” Îsa Rêber Elî” diyarî malbata wî kir …

û tê zanîn ku di roja duşemê 28ê Adara 2022ande, ku di encama bûyerke eletrîkê de pêşmergeyê leşkerê roj ” Îsa Rêber Elî ” jiyana xwe ji dest da û li goristana Şaxikê li parêzgeha Dihokê bi xakê hat spartin…

Û herwiha pêşmerge ” Îsa Rêber Elî ” ji bajarê Qamişlo ya û herwiha xêzandar bû û bavê Zarokekî bû ….

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.