Di roja Yekşemê 8.5.2022’an de, Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li baregeha xwe ya li Hewlêrê pêşwaziya komek xortên kurd ên Sûrî kir ku zêdetirî 2 mehan li bajarê Mûsilê hatibûn girtîn.
Piştî pêşwazî û bixêrhatina wan ji aliyê serok û endamên nûneratiyê, nameyek fermî ji bo dezgehên şareza yên Herêma Kurdistanê hatin pêşkeş kirin ku di dayîna form û niştecihbûnê de û dabînkirina hemû asankariyên wan alîkariya wan bikin.
Herwiha Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê spasiya hemû rêxistinên sivîl, xêrxwazî û mafên mirovan kir ku bi mebesta azadkirina wan xortan şopandine.
Hêjayî gotinê ye, ku komek xortên kurd ên sûrî bi rêyên qaçax ji Kurdistana Sûriyê derketin û ji bo derbasî Herêma Kurdistanê bibin.
Lê zêdetirî 2 mehan li bajarê Mûsilê ji ber koçberiya neyasayî hatibûn girtin û piştre piştî destwerdana çend aliyan bo azadkirina wan hatibûn berdan.
Jêder:Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah