المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER ENKSÊ VE SERDANA PARTIYA YEKÎTIYA DEMOKRAT A KURDISTANÎ KIR.

0 64

Şandeke Encûmena Xwecihî ya bajarê Amûdê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, di roja Duşemê 9.5.2022’an de, serdana baregeha Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanî li bajarê Qamişlo kir û pîrozbahî li wan kir bi boneya bidawîhatina kongreya wan ya dehemîn.

Şanda Encûmena Xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, pîrozbahî li sekretêra partiyê xanim Fesla Yûsif û endamên serkirdatiya partiyê kir ji ber lidarxistina konferansa wan û serkeftina karê konferansê û hêviya serkeftinê di karê wan de ji bo xizmetkirina berjewendiyên gelê Kurd li Sûriyê xwest.

Wek tê zanîn, Partiya Yekitiya Demokrat a Kurdistanî (PYDK) 10emîn kongreya xwe li gundewarê Amûdê saz kir, di kongreyê de tenê Fesla Yûsif xwe ji bo posta sekretêra partiyê berbijêr kir û careke din ji bo sekretera partiyê hat hilbijartin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.