المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENIYA AŞTÎ Û AZADÎ HEVDÎTINEK BI WEZARETA DERVE YA ELMANÎ RE LI DARXIST.

0 77

Ofîsa pêwendiyên derve û diblomasî ya Eniya Aştî û Azadî, civatek bi tîmên berpirsiyarê karûbarê dosaya Sûriya re,bi wezareta derve ya Elmaniya re li ser riya bernameya Zoom lidarxistin.

Herwiha nûnerên wezareta derve ya Elmanya ji birêz Torbin Şitayîn,xanim Sîrab Ocak û xanim Yûliya Nîblêş pêkdihat.

Herwiha ji aliyê ofîsa pêwendiyên derve û diblomasî ya Eniya Aştî û Azadî yên beşdar bibûn :
M.Hewas Egîd Hevrêzê Ofîsê
M.Siyamend Haco endamê ofîsê
M.Emîr Dendel endamê ofîsê
M.Kerem Dûlî.

Herwiha mamoste Hewas Egîd, Hevrêzê Ofîsê, di destpêkê de, Eniya Aştî û Azadî,pênase kir di derbarê pêkhatiyên wê yî siyasî û sedemên damezirandina wê û armancên wê jî şirovekir û anî ziman.

Herwiha nerîna Eniya Aştî û Azadî ya siyasî di derbarê karê wê yê bingehîn di pirogiramê wê de,li ser rawestiya û zelal kir.

Herwiha axaftin li ser rêbend û asêbûna di pêvajoya siyasî de û di rêbazgeha komîta destûrî de hate kirin.

Û tekezî li ser giringiya ku civaka navdewletî bi rola xwe ya girîng rabe li himber berdewamiya rêjîma Sûriya, di bazdanê de ji vê yekê bi piştevaniya alîgirên xwe.

Û dîtinên nêzîkirî û amûrên serkeftî ji bo aktîvkirina biryara civaka navdewletî 2254 û di derbarê wê de jî,

tekezî li ser giringiya rapirsîna nûnertiyek dadmend ji hemû pêkhatiyên gelê Sûriya di pêvajoya siyasî de,ya ku Neteweyên Yekbûyî pîştgirtiya wê dike,

li gorî naveroka biryara 2254 û amaje li ser tinebûna nûnerên Siryanê Aşûr û Êzîdiyan kir di komîta Destûrî ya bicûk û kêmbûna nûnerên Kurdî jî tê de.

Herwiha ji aliyekî din jî,M.Hewas Egîd tekez kir li ser rola Eniya Aştî û Azadî bi rabûnek diyalokê di navbera hemû hêzên cûda yên opozisyonê ji bo gihiştina nerînek siyasî ya pêwîst ji bo derbirîna berên hemû pêkhatiyên Sûriya.
Û xurtkirina helwesta opozisyonê û rola wê di pêvajoya siyasî de,û gihiştina rapirsîna guheztina siyasî li gorî biryarên rewa yên navdewletî.

Herwiha di derbarê civatê de,axaftin li ser ketwarê estengiyên jiyana gelê Sûriya,hat kirin encamê xerabûna rewşa aborî û daketina nirxê lêreya Sûriya,û belavkirin veyrûsa korona,û giringiya pêşkêşkirina piştevaniya hawarhatinî û mirovahî bi lez û peydakirina vaksîna veyrûsa korona ta bighên hemiya dûrî berjewendiyên Siyasî.

Herwiha şanda Eniya Aştî û Azadî dosaya guhertina dîmuxrafî li hemû herêmên Sûriya di derheqê gelê Sûriya de hatiye bi kar anîn û lêxerabûna ewlehî û siyasî bi awayekî zelalmendî hat gengeşekirin

li ser vê ketwarê û giringiya peydakirina vegerandina aramiyê û ewlehiyê ji penaberan û koçberan re yên ji herêmên xwe yê resen derketine û tekezî li ser giringiya bidawîkirina binpêkirinên tên kirin di derheqê gelê Sûriya de.

Û peydakirina aramiyê ta hemû penaber û koçber vegerin herêmên xwe yê resen.

Û di derbarê helwesta Eniya Aştî û Azadî de,ji ketwarê siyasî û rêveberî di bakur û rojhilatî Sûriya de,M.Hewas Egîd,tekezî li ser nerîna Eniyê û hawildaniya wê li dubarekirina behremê rêveberiyek hevbeş û rewa be ji aliyê hemû pêkhatiyên herêmê û dabîn kirina pişkdariya hemû derbirînên siyasî û civakî li herêmê di rêveberiya karûbarên xwe de,ji bo serkeftina pêvajoya guheztina siyasî û guhertina dîmiqratî di Sûriya de,û vegerandina Sûriya di himêza hemû pêkhatiyên gelê Sûriya de.

Û di derbarê wê de,M.Hewas Egîd,tekezî li ser baldana Eniyê bi serkeftina pêvajoya danûsitendinên Kurdî -kurdî gavek e ji bo riya diyalokek fire û tevahî û gihiştina formek girêbestinek ya ku desteberiya rapirsîna ewlehî û aramiyê di herêmê de.

Herwiha nûnerên wezareta derve ya Elmaniya jî, ji aliyên xwe de, kêfxweşiya xwe dan xuyakirin li ser vê hevdîtinê

û kêfxweşiya xwe jî li ser naveroka nerîna siyasî ya Eniyê diyarkirin.

ya ku wê dîtin divê bêtir di derbarê naverokên wê de bên gengeşekirin.

ji ber vê yekê,endamên şanda Eniyê hin axaftin pêşkêş kirin, yê ku hatin şirovekirin û xuyakirin ji hin alî yê ku di axaftinên şanda Elmanî de hatin pêşkêş kirin.

Herwiha di dawiya civatê de,xanim Sîrab Ocak,tekez kir li ser berdewamiya helwesta hikûmeta Elmaniya piştevaniya nerînên gelê Sûriya û li ser berdewamiya di pêşkêşkirina piştevaniya siyasî û mirovahî de.

Û li ser giringiya bêtir ji darxistina hevdîtinan bi Eniya Aştî û Azadî re,û ji bo rapirsînên zêde ji alîkarî û hevrêzî li gorî xizmeta berjewendiyên gelên Sûriya.

Wek tê zanîn,Eniya Aştî û Azadî hevbendiyeke siyasî Sûrî ye,ji sê pêkhateyên siyasî Sûrî opozisyonê pêk tê : ENKSê,Rêxistina Asûr ya dîmiqratî,Şepêla sibe Sûriya û Encûmena Erebî di Cezîrê û Furat de.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.