المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AHINGEK RÊZGIRTINÊ JI BO TÎMÊ KURD FC KURD WIEN LI VIYÊNA HAT LI DAR XISTIN.

0 169

Ahinga rêzgirtinê ji bo Tîmê Kurd

FC KURD WIEN bi boneya şampiyoniya wê ya yekem di Lîga Viyêna de hat lidarxistin.

 

Bi pêşengiya Navenda Çanda Civakî ya Kurd li Viyêna û herwiha Navenda Kurdên dûrwelatî li Nemsa, ji bo lîstikvan, rahêner û kadroyên rêveberiya kilûba werzîşê ya futbolê li Viyêna FC KURD WIEN, li navenda klubê ahingek rêzgirtinê hate lidarxistin.

Herwiha bi amadebûna nûnerên komelê, endamên encûmena rêvebir ya navendê û hin kesayetên piştevan.

Herwiha ahing ji aliyê Emîn Murad ve hat vekirin û birêz Nîzar Mûsa gotarek balkêş bi zimanên Kurdî, Erebî û Elmanî pêşkêşî beşdaran kir ku tê de girîngiya rola werzîşê di nûnertiya civaka Kurdî de, bi awayekî herî baş û pêwîstiya pêkanîna erkê tê de hebû. piştgirî bidin projeyên weha yên ku ji civata kurdî derdikevin, wekî mînakek ji vê klûbê û tiştê ku wê di demek rekor de bi dest xistiye.

Herwiha Serokê Klûbê Kaptên Mihemed Şerîf Mecdo, axaftina klûbê kir û tê de bal kişand ser zehmetiyên ku klûb di kariyera xwe ya werzîşê de rû bi rû maye û hêvî kir ku bi her awayî piştgirî were kirin.

 

Piştre rêveber û lîstikvanên klubê ji aliyê endamên Encûmena rêveber a navendê, nûnerên Navenda Kurdên Diyaspora û hin kesayetiyên piştevanê klubê ve bi daliqandina xemlên Ala Kurdistanê li sînga xwe û diyarîkirina kincên werzîşê ve hatin rêzgirtin.

 

Herwiha di ahingê de, hunermend bavê Diyar amade bû, ku atmosfereke ciwanî û rihê werzişî li ser awazên Dîlanên Kurdî serdest bû, bi boneya pîrozbahî li hewlên Klûbê û rêveberiya wê, lîstikvan, rahêner û alîgirên wê.

Jêder:Yekîtî Mîdiya.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.