المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA XWECIHÎ YA BAJARÊ TIL TEMIR CIVÎNA XWE YA YASAYÎ LI DAR XIST

0 70

 

Doh pîştî danê nîvro di roja duşemê 20.7.2020,an de, encûmena xwecihî ya bajarê Til Temir ya bi ser ENKSê ve, bi beşdarbûna endamê ofîsa karûbarê encûmenên xwecihiyan mamoste Zibêr Mûsa civîna xwe ya yasayî li gundewarê bajêr Til Temir li dar xistin, û li ser lîsta kar sekinîn bi rêkûpêk.

Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê namir rawestiyan .

Herwiha di derbarê rewşa rêxistinî, rapora hatî ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihiyan hat xwendin û hemû endaman hatin agahdar kirin bi biryarên nû yên hatibûn derandin ji aliyê emendariya giştî ya ENKSê.
Herwiha mamoste Qasim Xelîl serokê xwecihiyê bi awayekî berfire li ser rewşa rêxistinî axivî , di derbarê pêşketina xwecihiyê de û bicihênana wê di navbera cemawer de.

Herwiha mamoste Zibêr Mûsa li ser rewşa siyasî axivî, û bûyerên herî dawî yên nû li ser qada navdewletî û herêmî.
Herwiha Mûsa li ser encamên têgihiştinên danûsitendinên di navbera ENKSê û PYNKê rawestiya û li ser destpêkirina qonaxa duyem ji danûsitendinan jî rawestiya.

Herwiha Civat rawestiya li ser rewşa herêmên Kurdistana Sûriye (Efrîn, Girê Sipî û Serê kaniyê….) û karên xerab yên ku rojane, di derheqê gelê wê yî resen dibe ji aliyê komên çekdar yên bi ser Tirkiyayê.

Herwiha di dawiya civatê de, endamên xwecihiyê spasiya cenabê serok Masûd Berzanî kir li ser kar û xebata wî ji bo piştevaniya mafê gelê Kurd li Sûriya û bi taybet ji bo rola wî di danûsitendinên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê.

Ragihandina:ENKS

Wergerandin :ELÎ Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.