المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rewşa jiyanê li Kurdistana Sûrîyeyê zehmet e

0 65

Di “17” ê “Pûşperê” meha derbasbûyî de yasaya Sîzer li welatê sûriya hatiye cîbicîkirin ,û ev yek bandoreke berfireh li ser aboriya Sûriyê bi giştî kiriya û naxasim navçeyên herêmên kurdî, ji sedema bilind bûna nirxê dolarên Amerîkî li hemberî daketina lêreya Sûrî û herwiha ji aliyekî din ve sedema tinebûna piraniya pêdiviyên jiyanê ji ber beşek mezin ji pêdiviyan ji navçeyên desthilata Hikûmeta Sûriyê digihişt bajarên kurdî weku alav û derman û kerestên xwarinê û cilûbergan û gelek alavên din yên pêwîst.

Û êdî welatî toşî zehmetî û astengiyan tên ji bo peydakirina pêwîstiyên sereke yên Jiyana xwe ya rojana.

Û Di derbarî vê buhabûnê de rêjeya kirîn û firotinê pir aloz bûye û herwiha tevgera xelkê jî di nava bazarê de kêm dibe.

 

Û herwiha gelek welatî hejar in û kêm mûçe ne û taybetî piştî belavbûna nexweşiya koronayê ku kar hat rawestandin û ji ber vê yekê êdî welatî neçarin ew berê xwe bidin bazarên demkî ku her roj li taxakî tê danîn de ku bi arzanî pêdevî û xwestekên xwe bi dest bixin.

 

Û Di derbarî vê buhabûnê welatîyekî ji nava bazara Demkî ku bi bazara Pêncşemê tê naskirin ji malpera ENKS ê re anî ziman : piştî aloziya li Sûriyê bi giştî û li herêma kurdî bi taybetî rûda ye, mirov neçar dibe li nava bazarê de bigere da ku xwestekên xwe bi buhayekî erzantir beyda bike ji ber ku piraniya welatiyan di jêr asta hejariyê de dijîn.

Û herwiha ji bilî kirîza aporî êdî welatiyên bajarê Qamişlo gazinan dikin ji tunebûna Avê û Eletrîkê.

Û her heviya xelkê ew e ku zûtirîn dem de çereserî ji van pirsgirêkan re were danîn..

 

Û herwiha tê zanîn ku di” 17″ ê, pûşberê de yasaya Sîzer li Sûriyê kete werê cîbcikirinê de, derbarê tawanên şer û kuştin û girtinê ku Hikûmeta sûriyê li dijî sivîlan bi kar tîne , û herwiha biryara vê yasayê hate destnîşankirin ku di sala” 2014 ” an de bi navê wî kesî ku nêzîkî “55 “hezar wêneyên îşkencekirina” 11″ hezar kes girtibûn yên ku di zindanên rêjîma Sûriyê de û belge kirina û wan gihandin welatên derve.

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.