المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Encûmena xwecihî ya Rojhilatê Hesekê civîna xwe ya asayî li dar xist

0 138

Encûmena xwecihî ya rojhilatî Hesekê، duh roja Pêncşemê “2/7/2020 ” an de, civîna xwe ya asayî li dar xistin û ev yek bi beşdarbûna piraniya endaman bû .

 

Û herwiha di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

 

Û piştre di civatê de li ser hin xalên giring di rewşa rêxistinî ya xwecihiyê de rawestiyan û gengeşekirin.

 

Û herwiha di civînê de hat gotûbêjkirin li ser pêşhate û bûyerên nû ser qada Sûriyê bi bigiştî û bi taybetî rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê.

 

Ji aliyekî din ve xwecihiyê  tekez kirin li ser rêkeftina aliyên kurdî ku di navbera encûmena niştîmanî ENKS ê û partiyên yekîtiya niştîmanî kurdî de, û Pêwîstî û giringiya Yekîtî û yek helwesta kurdî di vê qonaxa hestiyar de ji bo mafê gelê kurd di destûre nû de were çespandin.

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Wegerandin :Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.