المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Partîya Yekîtî Kurdistanî serdana ofîsa encûmena xwecihî ya Çil Axa kir

0 66

Îro roja Pêncşemê” “2/7/2020 ” an, şandeke ji rêxistina Girkê Legê û Çil AXA ya Partiya yekîtî kurdistanî-Sûriya serdana Ofîsa encûmena xwecihî ya şehîd Nisredîn Birhik li bajarê ÇilAxa kirin.

 

Û herwiha şanda Yekîtî bi seroketiya endamê komîta Siyasî ya Partî M,”Ferhan Mer’î” pêk hat .

û bixêrhatina wan hat kirin ji aliyê M,”Ebdê Şindî”, çîgirê serokê encûmena xwecihî .

 

 

 

Û Di derbarî vê hevdîtinê de herdu aliyan li ser pêşhateyên siyasî li sûriyê bi giştî gengeşekirin û lihevkirinên kurdî _kurdî bi taybetî.

 

Û herwiha herdû aliyan tekez kirin li ser giringiya Yekîtî û yek helwesta kurdî di berjewendiya dosaya gel de ji bo mafê gelê kurd di destûre nû de were çespandin.

 

Û ji rexekî dî herdu aliyan rola serok Mesûd Barzanî û serokatiya Herêma kurdistanê di serkeftina danûstandin û lihevkirinên kurdî de diyarkirin û bi erênî nirxandin.

 

Û ji rexekî dî ve herdu aliyan axifîn li ser rewşa aporî ya zehmet ku welatiyên herêmê têde jiyana dikin nexasim piştî cîbcikirina yasaya Sîzer.

 

Û herwiha tê zanîn ku

Partiya Yekîtî yek ji wan Partiyên sereke ye di encûmena niştîmanî kurdî de.

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Wegerandin :Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.