المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rewşa dawî ya Vayrûsa Korona li Kurdistana Sûriya û nerîa hejmarek ji welatiyan ..

0 65

Li seranserî Kurdistana sûriyê rojane hejmara tûşbûyan bi nexweşiya koronayê( Kovîd 19), ber zêdebûnê ve diçe û ev yek tê wateya nepabendbûna beşek ji welatiyan bi rênimayên xweparastinê çi li bazaran be yan li devarên giştî be.

Û herwiha tê zanîn ku berî çend rojan biryar hat standin bi vekirina holên şahiyan û cihên sersaxiyê ,ku ji bo rêgirtinê ji belavbûna nexweşiya koronayê ev demek bû hatibûn girtin û di derbarî rakirina qedexeyê malpera ENKS ê nerînên welatiyan şopand ,

Welatiyek ji malpera ENKS ê re bi zelalî anî ziman û got:

“wekî em dibînin rêjeya pêketiyan bi veyrûsa koronayê li herêmên me rojane hejmara  zêde dibe, û di vê her kes pabendî rênimayên xweparastin û tenduristiyê bibin ji bo rêgirtinê li pêşiya belavbûna nexweşiya koronayê were kirin û rêjeya wê sivik bibe ji ber  ku ev nexweşiyeke metirsîdare ,

lê ji rexekî dî ve berdewam kir :

“ku ev biryara vekirina holên şahiyan dibe ku bibe sedema zêdebûna belavbûna nexweşiyê di nava milet de, û em dibînin ku hin pêwîstiya me bi xweparastinê di vê û nexasim li deverên giştî”.

Û di derbarî belavbûna nexweşiya koronayê bi awayekî berfireh li navçeyên herêmên kurdî de li Kurdistana sûriyê ji ber vê yekê di” 18″ meha bûrî de, biryara danîna maskan li ser xelkê hatibû ferz kirin, û her kesekî vê biryarê bi kar neyîne, dê bi “1000” hezar lîreyên Sûriyî bê sizadan, lê wekî em dibînin beşekî mezin ji xelkê hîn jî maskan bi kar neyînin.

Û herwiha ji aliyekî din ve welatiyek di nava bazarê de kar dike ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman:

“Ku heta niha hin welatî pabendî rênimayên nebin û maskan bi kar neyînin di nava bazarê de û ev yek bandor û metirsiyê li ser Jiyana me dike, û em hêvî dikin ji hemû welatiyan xwe biparêzên û me biparêzên û pabendî rênimayên bibin”..

Û herwiha welatiyekî din bi navê “Xalid Elî” li ser vê mijarê ji malpera ENKS ê re daxuyakirin :

“Ku ji bilî vekirina holên şahiyan û cihên sersaxiyê di vê xelk li tendrustiya xwe miqatebin û xwe dûrî kombûnan bikin li deverên giştî û zanibin çawaniya xweparastina xwe ji vê Veyrûsê bikin de ku xemsarî dê bibe sedema ku hin kes ezîzên ber dilê xwe ji dest bidin , ji ber ku ev nexweşî gihiştiye asteke metirsîdar li deverên me”..

hêjaya were gotin ku Veyrûsa koronayê  li hemû welatên cîhanê hatiye belav kirin û bandoreke neyînî li ser Jiyana welatiyan kir û ta niha tû derman ya vaksîn  ji vê nexweşiyê re nehatiya dîtin

Ji bilî çend vaksînên di bin Taqînkirinê li Emerîka û li Rûsiya û li çend welatên dî yên Zilhêz ..

Û ji aliyê pêşhetayên amarên dawî yên pêketiyan nû heya niha li navçeyên kurdî li gorî hatî ragihandin îro roja Çarşemê “16” êlûnê, hejmara tûşbûyên nû gihiştiya (63) kesî , ji wan (18), jî başbûna, û herwiha ji sedema vê nexweşiyê (2) Jiyana xwe ji dest dana.

Û ew jî li navçeyên cûda hatine tomarkirin:
– 12 li Dêrikê
– 6 li Hesekê
– 5 li Derbêsiyê
– 2 li Kobanê
– 1 li Rimêlan
– 6 li Amûdê
– 2 li ÇilAxa
– .12 li Reqeyê
– 8 li Dêrezorê
– 1 li Tebqeyê

Û bi vî awayî hejmara amarên dawî yên tûşbûyan li Kurdistana sûriyê gihiştiya “966”, ji wan “309 “başbûna , û “48”, canê xwe ji dest dana..

Û di vê derbarê de li gorî wezareta saxlemiyê ya sûriyê destnîşankirî ku hejmara pêketiyan di 24 demjimêrên derbasbûyî de navçeyên dibin desthileta rêjîma Sûriyê de gihiştiya ( 38″, kesî, ji wan “13”,kes başbûna, “3 ” kesan Jiyana xwe ji dest dana.

Û hejmara amarên dawiyê “3614 “derbas kiriya , û 871 kes başbûne ji vê nexweşiyê ,û herwiha “160” kes ta niha Jiyana xwe ji dest dane…

 

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.