المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ZIRGAN: PÎŞTÎ NÎVÊ ŞEVÊ GUDEWARÊ EBÛ RASÊN JI ALIYÊ TIRKIYA Û KOMÊN ÇEKDAR YÊN BI SER WÊ VE,HAT TOPBARANKIRIN.

0 53

Piştî nîvê şevê demjimêr nêzî 12 û nîv di roja pêncşemê 17/9/2020an de,gundewarê bajarê Ebû Rasên ya bi xeta Zirgan tê nasîn, ji aliyê komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve, hat topbarankirin.

Di derbarê vê yekê de,Birêz Riyad Elhezîn,endamê xwecihiya bajarê Ebû Rasên ya bi ser ENKSê ve,ji gundê Rebî’ata rojhilat ya bi ser Ebû Rasên ve, ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Wek tê zanîn Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve,berdewamin bi topbarankirina bajarokê Ebû Rasên û gundewarê wê bi taybet.Ji ber ku ev herêma me dikeve ser xeta eniya şer de “.

Herwiha Riyad got:

“katijmêr nêzî 12 û nîvê şeva çû ta katijmêr 3ê û nîv berî şeveqê

gundewarê Ebû Rasên hat topbarankirin ji aliyê komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve,bi çekên giran ta bombeyên ronahiyê bi kar tanîn û di texmîna min de,gundê Rebî’ata rojava hin ji wan topbarankirina gihişte derdora wê”.

Herwiha Elhezîn axaftina xwe berdewam kir û got:”

Ji ber topbarankirina zarokên me pir tirsiya em ji derve razayîbûn,lê em derbasî hindir bûn û xelkên derdorê wê şevê giş ketin nav odeyên xwe “.

Hêjaye gotinê ku êrîşên hovane bi rengê van topbarankirina tên kirin ji aliyê komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve, dibe cihê metirsiyê li cem xelkên herêmê ji ber vê yekê xelkên herêmê zû bi zû nema vedigerin heta ku aramî peydanebe di riya civaka navdewletî de”.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.