Home / Nûçe / Rêkewt Zekî: Ti alîkariya Iraqê negihiştiya Derbendîxanê..

Rêkewt Zekî: Ti alîkariya Iraqê negihiştiya Derbendîxanê..

Endamê Fraksiyona Encumena Parêzgeha Silêmaniyê Rêkewt Zekî ragihand, ti alîkariyeke Hikûmeta Iraqê negihiştiye ziyanpêkevtiyên erdheja Derbendîxanê.

Rêkewt Zekî ragihand: “Ji bilî alîkariya hikûmeta Tirkî ti alîkariyek ji aliyê Iraqê negihiştiye ziyanpêkevtiyên erdheja Derbendîxanê.
Zekî tekezkir ku tîmeke ji Çavkaniyên Avê yên Iraqê hatine Derbendîxan ji bo ku li gel şîrketeke şêwirmend girêbest bikin, daku zirarên ku gihiştine bendavê destnîşan bikin.

Encumena Parêzgeha Silêmaniyê herwiha got: “Li Derbendîxanê li nav 15 heta 17 dibistanan perwerdehî sekiniye û pirsgirêka xelkê ya elektrîkê heye. Bûye sê roj in av jî negihiştiye wan, ji ber erdhejê ji bilî xaniyan, zirar gihiştiye nexweşxaneyan jî.”

Herwiha şeva yekşemê 12/11/2017 erdhejê li herêma Kurdistanê û rojhilata Kurdistanê û gelek ziyanên canî û madî derket.

About admin

Check Also

HERÊMÊN KURDISTANA SÛRIYÊ TÊN TOPBARAN KIRIN JI ALIYÊ TIRKIYA Û CIVAKA NAVDEWLETÎ BÊDENG DIMÎNE.

Di şeveq û sibeha roja Duşemê 8.8.2022an de,Herêmên Kurdistana Sûrî hatin topbaran kirin ji aliyê …

Leave a Reply

Your email address will not be published.